Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li egera bêencambûna danûstandinan Amerîka amadeyê êrîşkirina dubare ye

10:26 - 6 Tebax 2026

Donald Trump, Serkomarê Amerîkayê li roja Çarşemî 5ê Tebaxê li demjimêrên şevê de li bajarê Lasvêgas, ser bi îyaleta Nêvadayê de ragihand ku qedera wan danûstandinan xuya nîne lê li egera lihevnekirin digel paşmaweyên rêjîmê, Amerîka amadeyê êrîşkirina berfireh bo ser paşmaweyên rêjîma Îranê ye.

Herwisa navbirî tekez kir ku gefxwarina vî bo lêdana jêrxanên paşmaweyên rêjîmê bi tenê gefxwarinek nebû, belku me dixwest bi awayekî berfireh wan operasiyonan bi rê ve bibin û em her dîsa amade ne ku vê yekê cî bi cî bikin.

Ji aliyê din ve, “Cî Dî Wens”, cihgirê Serkomarê Amerîkayê li hevpeyvîn digel “Fox News”ê de li derheq pêşîne û ceribandinên xwe li danûstandin digel nûnerên paşmaweyên rêjîmê de ragihand ku danûstandin digel wan gelek dijwar e, wan rêjîmeke çend par hene, hinek tundajoyên wan hene ku dixwazin şer dijî Amerîkayê berdewam bikin.