Li du bûyerên cuda de li Devera sînorî a Hengejal yê ser bi bajarê Bane, du kolberên Kurd bi teqeya rastewxwe a hêzên henga sînorî a rejîma Îranê û teqîna mînê bi dijwarî birîndar bûn.
Li gorî raporta rêkxirava Mafê Mirovî a Hengawê, şeva Sêşemî 13ê Gelawêjê, kolberek bi navê Goran Xidrî, û xelkê gundê Nîzero yê ser bi bajarê Bane, li xala sînorî a Hengejalê kefte ber teqeya rastewxwe a hêzên çekdarên rejîmê.
Navbirî li encama teqeya hêzên rejîmê de, Rranê wî bi dijwarî birîndar bûye û bo nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî a Bane hatiye veguhastin.
Herwisa, roja Çarşemî 14ê Gelawêjê, kolberek din yê bi navê Bextiyar Emînî, xelkê gundê Dosîne yê bajarê Bane, li dema kolberiyê de li heman Devera sînorî bi sedema teqîna mînên bi cihmayî yên şerê heşt saleya Îran û Îraqê lingê wî bi dijwarî birîndar bûye.
Li gorî zanyariyên Hengawê, ew du Kolber niha li nexeşxaneya Selahedîn Eyûbî a Bane li jêr çavedêriya bilez a pizîşkî de ne.