Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê li heyama 5 salan de bîmeya 500 hezar kedkarî hilveşandiye

11:00 - 6 Tebax 2026

Pêka raporekê ku nûçegihaniya “ÎLNA” ya ser bi paşmaweyên rêjîmê belav kiriye, bîmeya zêdetir ji 500 hezar kedkarên bînasazî li heyama 5 salan de hatiye hilveşandin û bi kedkarên din jî bîmeya wan bi hêsanî nayê dan û çendîn sal e ku li rêzeya vergirtina bîmeyê de mane.

Ekber Şoket, endamê heyeta navenda bilind a sendîkaya kedkarên bînasaziya Îranê gotiye ku bîmeya kedkarên bînasaziyê her wek 10 salên wek berê maye û ti guherînek li vê de nehatiye kirin û bi tenê 70 herta 80 hezar Tumen bi bîmeya kedkaran hatiye zêdekirin.

Navbirî ev yeka jî ragihand ku saziya dabînkirina civakî kevtiye nav kirîzan û kabîneya rêjîmê deynên xwe bi vê saziyê nade û hekî ev sazî wan deynan verbigre egera vê heye beşek ji pirsgirêkan bêne çareserkirin û nîha kêmtir ji  500 hezar kedkarî bîme hene û her roj ev rêje kêmtir dibe.