Mediyayên Amerîka, ji wan Wall Sitrît Jûrnal û CBX ragehand ku Waşingtin û Têlavîv mijûlê darêtina pilanek bo encamdana yek ji girantirîn pêleke bombebarankirina Navendên enerjiya Îranê ne û renge ew operasyona serbazî li rojên Şemî yan Yekşemî yê de dest pê bike.
Li gorî raportan, herçend zaniyariyên dij bi hev derheq bi derkirina biryara dawî ji aliyê Donald Tiramp ve heye, lê li kombûna kabîneya xwe de ragehandiye ku bi dijwarî li Tehranê didin û mebesta wan tenê serkeftin e.
Wezareta şer a Amerîka tekezî kiriye bo cîbicîkirina fermanên serokomar, hêzên wan li amadebaşiya tewaw de ne.
Amanca sereke li wan êrîşên egerî de, lêdana wêzgehên berq û palawtingehan e heya şiyana hêzên çekdarên rejîmê bo birêvebirina welat ji kar bixin.
Ji aliyeke din ve, Çavkaniyên nûçegihanî îşare bi vê dikin ku Bênyamîn Natanyaho li dîdara wê dawiyê de ligel Tiramp, çendîn bijardên serbazî bo têkdana rêrewên piştîwaniya wejayî a hêzên Îranê pêşniyar kiriye.
Li gorî raporta CBX û li zarê çendîn çavkaniyên Amerîka, Îsraîlê ji wan operasyonan hatiye agehadar kirin û ligel Amerîkayê de jî li hevahengiyê de ne.
Tevî ragehandina amadehiya Amerîka, berpirsên Îsraîlî rastewxwe beşdarbûna xwe li karzarek serbaziya giştgîr de ligel Amerîkayê de bi fermî piştrast nekiriye.