Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Encumenên Sendîkayên Gemîranî li derheq vergirtina bac li tengava Hormoz huşdarî dan

14:30 - 6 Tebax 2026

Hevpeymaniyek ji Sendîkayên Navnetewî ya Pîşeya Gemîranî bi şandina nivîsekê bo Antoniyo Gotrêş ê Sekreterê Saziya Netewên Yekgirtî û Arsêniyo Domînguêz ê Sekreterê Saziya Navnetewî ya Gemîraniyê daxwaza rêgirîkirin ji her cure vergirtina baca bi zorê an xercê zêdetir ji gemiyan li tengava Hormoz û tengavên din ên cîhanê de kirine.

Li vê nivîsê de hatiye ku hekî li tengava Hormoz de baca bi zorê ji gemiyan bê standin, ev yeka renge li tengavên din de jî bê kirin, ev yeka berwajiyê yasayên navnetewî li derbasbûna gemiyan ji tengavan re ye û dê bibe sedema bilindbûna xerc û nirxa veguhastinên deryayî.

Wan sendîkatyan huşdarî dane ku hatinûçona gemiyan bi pêka yasayên navnetewî li tengavan û rêyên din ên deryayî de azad û bê bac e.