Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de gotarên nivîskar û xebatkaran û mijar û helwêstên PDKÎ hatine weşandin ku hejmara 523 a Agirî de, ev mijar hene:
Li rûpela ewilî de, Manşêt- Gelawêj stêrka vejînê, ji nivîsa Nûredîn Sofîzade.
Rûpela 2 – Daxuyaniya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta 81 saliya damezrandina wê, dikeve ber çavê xwênerên hêja.
Rûpela 3 – Gotara - 81 saliya xebat û berdewamiyê: Hizba Dêmokrat û erkên dîrokî yên nifşa nû li Rojhilatê Kurdistan, ji nivîsa Şemal Terxîbî.
Rûpela 4 de – Daxuyaniya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ên Kurdistana Îranê li ser Rojeva
Siyasî ya Kurdistan, Îran û Herêmê, û herwisa gotarek li jêr nave “Dîrokek ji xebatê” ji nivîsa Aso Mênberî hatine weşandin.
Rûpela 5 de gotara - Drenge û zûya wê heye, lê ne şewitandin û ne jî şewitîna wê heye, ji nivîsa Kawe Ahengerî û wergêra Hesen Mukerem.
Rûpela 6 – Beşa 4 a gotara – Ji Nû Ve Nasandina Têkoşîna Kurdî di Serdema Guherînên Mezin de, ji nivîsa Dr. Mehmûd Ebas.
Rûpela 7 ê de gotara - Gelawêj e û dîsa bêhna Kurdan ji bo serxwebûnê fireh Dibe, ji nivîsa Eskender Ceiferî.
Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî têne dîtin.
Rûpela 8 – de - Ku taybet e bi Hevpeyvîna Agirî, di vê hejmarê de Hesen Mukerem ligel rêzdar Dara Natiq Çalakê siyasî li derheq 81 saliya damezrandina Hizba Dêmokrat a Kurdistanê de hevpeyvîn encam dan.
Rûpela - 9 – Gotara - Kolberî, Berdewamiya Fetwa û fermana 1358an û Jiyana di bin dagirkeriyê de, ji nivîsa Hemîd Çapatî.
Rûpela 10 - Gotara - Tiştên ku divê Kurdistan ji jenosîda sala 2014an li Şingalê fêr bibe, ji nivîsa Sefiye Xalidî.
Rûpela 11- Agirî de, çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma komara îslamiya Îranê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de, dikevne ber çavê xwênerên rêzdar.
Rûpela 12- dawî rûpela hejmara 523 a Rojnameya Agirî, postêrek e li jêr navê “Destanê vî warî di hizra gel de tên tomarkirin” ku temsîla kuştina malbatekê ji aliyê hêzên terorîst ên rêjîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê de dike, ev postêr jî wekî her car bi terahî û dîzaynêriya Serbest Urmiye hatiye amadekirin.
Rojnama Agirî ji aliyê Xelîl Mîlanî ve tête dîzayînkirin.
Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin.
Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên hejmara 523 a Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.