Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mai Sato daxwaz kir ku darvekirin li Îranê de bêne rawestandin

16:15 - 6 Tebax 2026

Mai Sato, Rêporêra Taybet a Neteweyên Yekbûyî li ser mafên mirovan li Îranê, roja çarşemê 14ê Gelawêjê zêdebûna sêdaredanê li Îranê şermezar kir û ji rayedarên Komara Îslamî daxwaz kir ku hemû darvekirinan di cih de rawestînin.

Sato piştgirî da hişyariya Volker Türk, Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NY, û bal kişand ser bikaranîna cezayê darvekirinê wek amrazek bo afirandina tirsê di nav civakê de. Wê destnîşan kir ku sepandina cezayê bidarvekirinê li ser beşdarên xwepêşandanan, tometên ewlehiyê û sûcên girêdayî madeyên hişbir, bûye mînakeke pir metirsîdar û berdewam.

Sato herweha sêdaredana bi kêmanî du xwepêşanderan li ber çavên xelkê şermezar kir û got ku Îranê ew kesên ku li dijî darvekirinan derketine jî girtine û dosyeyên cûrbecûr ji wan re vekirine. Sato tekez kir ku berxwedan û nerazîbûna li dijî sêdaredanê ne sûc e, belkî proseya darvekirinê bi xwe binpêkirina mafên mirovan e. Di dawiyê de, wê banga hilweşandina giştî û yekcarî ya cezayê darvekirinê li tevahiya Îranê kir.

Sato got ku di wan çen mehên dawî de, 24 girtiyên Kurd û Belûç hatine bidarvekirin, rêjîma Îranê bidarvekirinê bi taybet girtiyên Kurd û Belûç weke alava çavtirsandinê bikar tine.