Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Aloziyên di navbera Îran û Amerîkayê de: Ma herêm ber bi aramiyê ve diçe yan jî ber bi pevçûnek nû ve?

17:02 - 6 Tebax 2026

 

N. Nasike Nesîrî

W. Hesen Mukerem

 

Di çend salên dawî de, têkiliyên di navbera Amerîka û Îranê de bûne yek ji mijarên herî aloz ên siyaseta cîhanê. Her guhertinek ku li Waşîngton an jî li Tehranê pêk hatiye, tenê bandor li ser van her du welatan nekiriye, belkî li ser tevahiya Rojhilata Navîn, bazara petrolê, aboriya cîhanî û ewlehiya herêmê jî bandorên xwe hiştine.

Piştî aloziyên vê salê û êrîşên leşkerî, her du alî êrîşên xwe yên rasterast kêm kirine, lê rewş hîn jî pir hestiyar e. Dîplomat dibêjin ku danûstandin bi navbeynkariya welatên wek Omanê didome, lê heta niha tu peymana dawî nehatîye bidestxistin ne li ser bernameya nukleerî ya Îranê û ne jî li ser rakirina cezayan. Ji ber vê yekê, rewş di navbera aramiyeke demkî û vegera aloziyê de maye.

Nakokiya di navbera Amerîka û Îranê de tenê bi bernameya nukleerî ve girêdayî nîne. Washington daxwaz dike ku çalakiyên nukleerî yên Îranê werin sînordarkirin û piştgiriya wê ya ji bo hêzên çekdar ên hevalbend li herêmê kêm bibe. Di beramberê de, Îran dibêje ku mafê wê ye ku bernameya xwe ya nukleerî ji bo armancên aştiyane bidomîne û berî her tiştî daxwaza rakirina cezayên aborî dike.

Tengava Hormozê yek ji girîngtirîn rêyên veguhastina petrolê li cîhanê ye. Her aloziyeke ku li vê herêmê çêbibe, dibe sedema bilindbûna bihayê petrol û gazê; ku paşê bandora xwe li ser bihayê kelûpelan, veguhastinê û jiyana mirovan li gelek welatan dihêle. Ji ber vê yekê, her tehdîdek li vê herêmê zû dibe navenda bala bazarên cîhanî.

Îsraîl bi berdewamî dibêje ku nabe Îran bigihîje çekên nukleerî, û ev mijar yek ji sedemên sereke yên domandina tengezariyê ye. Di heman demê de, welatên Kendavê hewl didin rê li ber belavbûna aloziyan bigirin, ji ber ku her şerek li herêmê bandora rasterast li ser aborî û ewlehiya wan heye.

Di heman demê de, rola welatên herêmî û navneteweyî wek Çîn û Rûsyayê di vê kêşeyê de girîng e. Pekîn û Moskov hewl didin hevsengiyekê li hember hegemoniya Amerîkayê li herêmê biparêzin û ji aliyê aborî û siyasî ve piştgirîya Tehranê bikin. Ev yek jî dîmenê zêdetir aloz dike û rê li ber biryarêkî yekgirtî yê civaka navneteweyî li hember Îranê digire.

Piraniya pisporên siyasî bawer in ku tu aliyek hezkirina şerekî dirêjdem nake, ji ber ku mesrefên leşkerî û aborî dê pir giran bin. Lê di herêmeke hestiyar de, çewtiyeke biçûk an êrîşeke sînordar dikare bi lez bibe sedema firehbûna pevçûnekê û zirareke mezin bide hemû aliyan.

Ji aliyê din ve, teknolocî û şerê sîber bûne qada nû ya vê pevçûnê. Di demên dawî de gelek êrîşên elektronîkî li dijî binaxeyên aborî û saziyên hestiyar ên her du aliyan hatine kirin. Ev yek nîşan dide ku şerên pêşerojê tenê bi çekên kevneşopî nayên birêvebirin, belkî dibe ku ziyan berî êrîşên leşkerî, bi rêya têkbirina sîstemên dîjîtal dest pê bike.

Niha rewş zêdetir di qonaxa çavdêrî û dîplomasiyê de ye. Her du welat bi hişyariyê gav hildidin, ji ber ku her biryar dikare bandor li ser ewlehiya herêmê, bazara enerjiyê û aboriya cîhanî bike. Herwisa, di nav Amerîkayê de jî nîqaşên berfireh hene ka gelo divê Waşîngton zêdetir têkeve nav pevçûneke leşkerî an na.

 

Encam

Pêşeroja van têkiliyan bi awayekî mezin bi guhertinên navxweyî yên her du welatan ve girêdayî ye. Ji aliyekê ve, helwestên siyasî yên hêzên navxweyî yên Amerîkayê di hilbijartinan de; û ji aliyê din ve, rewşa aborî û civakî ya navxweyî ya Îranê, bandora rasterast li ser nermbûn an tundbûna helwestên serokên wan dê hebe di dema danûstandinan de.

Di vê demê de tu nîşaneya piştrast a şerekî mezin tune ye; herweha tu piştrastî jî tune ku ev kêşe dê di demeke kurt de çareser bibe. Her biryareke siyasî, her çewtiyeke leşkerî an her serkeftineke dîplomatîk dikare arasteya bûyeran biguherîne. Ji ber vê yekê, şopandina van têkiliyan hîn jî yek ji girîngtirîn mijarên siyaseta cîhanê ye.