N. Gulan Hîcrî
W. Sîbel Xûbayî
Li dîroka hevçerx a Rojhelata Naverast de, her dem sîstemek siyasî tûşê kirîza kûr a şeriyet, abûrî û desthilatê bûye, behis li (Demjimêra Sifir) kirine, ew dema ku rejîm heya niha neherifiye, lê istûnên mana wê bi awayekî metirsîdar lerzok bûne.
Îro komara Îslamiya Îranê li yek ji aloztirîn qonaxên temenê siyasiye xwe de ye, kirîza abûrî, nerizatiya civakî, jevdûrkeftina mezin li nava desthilat û xelkê, givaşên navdewletî û milmilanêya deverê, hemû li yek demê de kom bûne lê pirsa sereke eva nîne ku gelo Komara Îslamî tûşê kirîzê bûye an ne, pirsyar eva ye ku tu bêjî ew kirîz gihane xalekê ku guhertinek bingehîn li hevkêşeya desthilatê de çê bikin?
Bo Kurdê Rojhelat, ew pirsiyar tenê mijarek şiroveya siyasî nîne, belku peywendiya rastewxwe bi çarenivîsa siyasî a nivşa niha ve heye.
Çimkî her lawazbûnek desthilata Navendî li Îranê de, li heman demê de ku derfetê çê nake, dikare metirsiya valahiya desthilatê, tundûtîjî, destêwerdana derekî û milmilanêya netewî jî ligel xwe de bîne.
Yek ji hevkêşeyên serekî ên vê qonaxê, siyaseta Waşingtonê ye beramber bi Tehranê, Amerîka li çend dehikên derbasbûyî de li navbera ceza, givaş, gefa serbazî û danûstandinê de heye ji ber hindê xeletiyek sitratejiye eger her zêdebûneka givaşa Amerîka li ser Tehranê bi nîşaneya biryara Waşingtonê bo guherîna rejîmê bê xwendin.
Li siyaseta Navdewletî de, berjewendî li hevpeymaniyê domtire, eger sibê rêkeftinek ligel Tehranê bikare berjewendiya ewlehî û sitratejiya Waşingtonê dabîn bike, tu gerentiyek nîne ku pirsa Kurd li pêxema wê rêkeftinê de neyête piştguhxistin.
Ji ber hindê Kurdê Rojhelat nabe pêşeroja xwe bi biryarên Waşington- Têl Avîv, yan tu paytextek din girê bide, piştgîriya derekî dikare fakterek alîkarder be, lê nabe bibe binemaya sitratejiya netewî, dîroka Kurd tejiye li mînaka ew demên ku berjewendiya hêzên mezin guheriye û Kurd li hember encamên wan guhertinan de bi tenê mane, sitratejiyek micid dibe pilana B hebe wate ger tu hêzek derekî nehat, Kurd bi xwe dikare çi bike?
Li vir de pirsa Yekgirtîbûna hêzên siyasî ên Rojhelat dibe mijareke çarenivîsaz, yekgirtîbûn nabe tenê li kombûn, wêneyên hevbeş û daxûyaniyan de bê kurt kirin, yekgirtîbûna rastîn wate hebûna mîkanîzmek hevbeş a biryardanê li dema kirîzan de, eger sibê desthilata Navendî lawaz bû, kê wê biryarê bide? Kê berpirsiyariya parastina damezravên medenî û rêgirîkirn li bêserûberiya siyasî û ewlehî bigre sitûyê xwe?
24 demjimêrên yekem, heftiya yekem û meha yekem piştî her guhertinek mezin dikare çarenivîsa salên pêşerojê diyarî bike, eger hêzên siyasî pilanên pêşwext bo birêvebirina bajaran, parastina ewlehî, xizmetguzariyên giştî û rêgirîkirin li tolhildanê nebe, derfeta siyasî dikare li heyamek kurt de biguhere bi kirîz, herifandina desthilatê xwe bi xwe demokrasiyê na afirîne, valahiya desthilatê jî eger bi lezî neyê tejî kirin, gelek caran hêzên tundrew tejî dikin.
Di heman demê de, Kurdan hewcedarî bi pirojeyek siyasî a rohin heye, nabe tenê bê gotin( Mafê Kurd) dibe bê rohin kirin ew mafe li sîstema siyasiya pêşerojê de çawa dibe damezrave û yasa, Fîdralîzim, xwebirêveberî, dabeşkirina desthilat, yan mafê diyarîkirna çarenivîsê, her yek ji wan hewcehî bi pênaseya siyasî û yasayî ya hûr heye, zimanê Kurdî, desthilata navxweyî, samana sirûştî, budce, ewlehî û peywendî ligel navendê dibe li niha ve bibe beşek ji pirojeya siyasî a Kurd, neînku piştî guhertinê fikr li bersivan bê kirin.
Demjimêra sifir, eger birastî dest bi lêdanê kiribe, tenê bo Komara Îslamî nîne, bo hêzên siyasî ên Kurdistanê ye jî.
Dîrok tenê vê napirse ku Kurdan çiqas qurbanî daye, belkî dipirse li dema derfetê de çende amade bûye, eger derfetek dîrokî bi sedema netebayîya navxweyî, nebûna piroje û çav ji dest û biryara derekî ji dest Kurdan biçe, baca wê tenê ev hizbae nadin, belkî nivşek din li Kurd wê bide.
Pêşeroj ya wan nîne ku baştir çaverê dikin, yê wane ku berî hatina dema guhertinê, xwe bo birêvebirina wê guhertinê amade kiriye.