Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gelawêj stêrka vejînê

17:12 - 6 Tebax 2026

N. Nûredîn Sofîzade

 

25ê Gelawêjê di dîroka tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurd de rojeke pîroz û werçerxaneke mezin e. Bi avakirina Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ), têkoşîna Rojhilatê Kurdistanê derbasî qonaxeke nû, organîze û hemdem bû. Piştî 81 salan ji xebat û berxwedanê, PDKÎ ne tenê mîrata mezin û neteweyî a Pêşewa Qazî Mihemmed diparêze, di heman demê de xwedî berpirsiyariyeke mezin e ku xwe wekî partiyeke neteweyî û modern nûjen bike.

Îro erkê PDKÎ yê sereke di çar aliyên bingehîn de xwe nîşan dide:

Siyasî û Neteweyî: Divê PDKÎ bibe sitûna yekrêzî û hevgirtina tevahiya aliyên Rojhilatê Kurdistanê. Erka wê ye ku daxwazên dêmokratîk û mafê çareseriya pirsa neteweyî berfireh bike û baweriyê bide civakê ku ew alternatîfeke xurt û dêmokratîk e aliyê kêm li Kurdistanê de.

Dîplomasî: Di asta navdewletî û herêmî de, avakirina peywendiyên xurt û zelal hewceye. Divê dengê mafxwazî ê gelê Kurd bigihîne navendên biryardanê yên cîhanê û piştgiriya siyasî û mafên mirovan bo dozê peyda bike.

Çekdarî û Ewlehî (Hêza Pêşmerge): Hêza Pêşmerge mîrata pîroz a vê Hizbê ye. Îro erka wê ew e ku ji aliyê dîsîplîn, perwerde û stratejiyê ve modern bibe, da ku bibe mertalê parastina gel û hêzekî xurt ku li dema guherînên mezin de bikare parêzvaniyê ji Kurd û Kurdistanê bike.

Têkoşîna Medenî û Xebata Civakî: Piştgirîkirina şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî", xurtkirina xebata sivîl di nav bajêr û zankoyan de, û bikaranîna medyaya nûjen ji bo bilindkirina hişyariya neteweyî girîng e, PDKÎ dive di vê qonaxa hestiyar de gelek giringiyê bide çalakiyên medenî di nava parên cuda yên civatgeha Kurdistanê û dive piştîvan û handerê wan be, ku bêguman ev piştevanî dibe sedemê yekîtî û yêkdengiya gel.

Piştî 81 salan, 25ê Gelawêjê ku bîranîna jidayîkbûna Hizbekî pêşeng e, lê di heman demê de bangawaziyek e bo paşerojê. PDKÎ bi hevgirtina qada medenî, diplomaî, leşkerî û siyasî dikare bibe hêvî û garantiya rizgariya Rojhilatê Kurdistanê.

Ev sitêrka geş anku Gelawêja Kurdan, maka rêbazê bo Kurdayetiyê afirandiye û hertim dê wisa geş bimîne.

Pîroz be ev hilkeft û jidayîkbûn û hildana stêrka vejînê û geşe esmanê Kurdan, anku salvegera avabûna Hizba Dêmokrat