Kanala CNN belav kiriye, Fermandehiya Navendî a Amerîka (SENTKOM) bijardên serbazî bo berfirehkirina êrîşan bo ser Komara Îslamî a Îranê amade kiriye û hêzên xwe bo encamdana gereke din a bombebarankirina du hefteyî bo ser binkên mûşekî, etomî û jêrxanên enerjiya Îranê li amadebaşiyê de ne.
Li gorî wê raportê, belkî pêla nû a êrîşan li rojên Şemî û Yekşemiyê de dê dest pê bike.
Herçend Waşingtin heya niha li amancgirtina jêrxana enerjiyê xwe diparast, lê Donald Tiramp bi sedema şikestên dîplomasî ragehand ku wê êrîşên gelek giran bike ser.
Hevdem CNN tekezî kiriye ku êrîşên egerî bo ser binkên etomî tenê li cihekî diyarîkirî de wekî çiyayê Koleng kurt nabin.
Li bersiva wan hewlan de, Koşka sipî ragehnd Serokomarê Amerîka li beranber reftarên terorîstî ên Tehranê de nasekin e.
Li hember de nûçegihaniya Fars ser bi Spaha terorist a Pasdaran gefa biamancgirtina binkên mezin ên neft û gaza welatên kendav û Îsraîlê kiriye.
Eva jî di demekê de ye ku medyayên din ên Amerîka wekî Wall Sitrît Jûrnal û CBX tekezî li nêzkbûna dema êrîşên berfireh dikin.