Piştî êrîşên rêjîma Îranê bo ser welatên Rojhilata Navîn, welatên Erebistan, Turkiye û Pakistanê li bajarê Mekeyê rêkeftinnameyeke bergiriya hevpar wajo kirin.
Ev peymanname li civîneke asta bilind de li navbera Mihemed bin Selman şazadê cênişînê Erebistanê, Recep Teyyip Erdoğan serkomarê Turkiyeyê û Şehbaz Şerîf serokwezîrê Pakistanê hat girêdan.
Li gorî ragihandineke Wezareta Derve ya Pakistanê, li rêkeftinnameyê de hatiye ku her cure êrîşeke çekdarane bo ser her yek ji van 3 welatan, wek êrîş bo ser hemûyan tê hejmartin.
Amanca sereke ya ev pêngavê bihêzkirina "bertek û bersivdana" li beramber her destdirêjiyeke leşkerî de ye.
Ev rêkeftin li demekê de tê ku Îran û grupên niyebetî yên wê li aloziyên vê dawiyê yên Rojhilata Navîn de çendîn caran êrîş kirine ser Erebistanê.
Cihê amajeyê ye, Şehbaz Şerîf serokwezîrê Pakistanê li heman demê de wek naybençiyê sereke li danûstandinên navbera Îran û Amerîkayê bo dawîpêanîna bi şer rol dılîze.
Ev peymana sê qolî a wan 3 welatên xwedî bandor li herêmê de, dikare heya qasekê yekîtiyekî nawçeyî bi dijî şerxwazî û êrîşên rêjîma Îranê çêbike.