Hûsiyên Yemenê ev 2 şev e ku bi berdewamî bi diron û mûşekan êrîş kirine ser artêşa dewleta Yemenê û çendîn binkeyên wan kirine armanc û pêka dawî raporên belavbûy, 10an serbaz û piledarên artêşa Yemenê hatine kuştin an birîndarkirin û hejmarek ji dironên Hûsiyan jî li esman de hatine teqandin û ev êrîşa esmanî heta demjimêrên destpêkiya roja Înê 7ê Tebaxê berdewam bûye.
Hinek çavkaniyan, hejmara kuştiyan 38 kes û birîndaran bi 29 kes belav kirine lê pêka rapora Elerebiye, Artêşa dewleta Yemenê amara kuştî û birîndaran bi 17 kuştî û hejmarek birîndar belav kiriye.
Herwisa Hûsiyan li Yemenê ragihand ku wan bi mûşekên balîstîk û dronan êrîşî bargehên hêzên ser bi Erebistana Siûdî li parêzgehên Marib û Hadramautê kiriye. Li gorî çavkaniyên herêmî û ragihandina Erebistanê, di van êrîşan de herî kêm 2 kes hatin kuştin û zêdetirî 80 birîndar jî rakirin nexweşxaneyan.