Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Artêşa Îraqê ragihand ti lihevkinek bo hebûna hêzên rêjîma Îranê li Îraqê de nine

10:40 - 8 Tebax 2026

Sebah Neiman, Berdevkê Artêşa Îraqê ragihand ku ti lihevkirin an girêbestek li navbera dewleta Îraqê û rêjîma Îranê de nîne ku rê bide, hêzên spaha pasdaran a terorîst bikarin beşek ji hêzên xwe li jêr navê şêwirdarê serbazî li Îraqê de rabigrin.

Axaftinên Sebah Neiman li demekê de ye ku paşmaweyên rêjîma Îranê û beşek ji Heşda Şeibî, hêzên spaha pasdaran a terorîst li Îraqê de wek şêwirdarê serbazî binav dikin.

Navbirî tekez kir ku dawîderfeta bo çekkirina milîsan, heta heftiya destpêkiya demsala Payîzî ye û piştî vê rêkevta diyarîkirî, ti çek an kiryareke serbazî ji derveyî çarçoveya Artêşa Îraqê neyasyî ye û ji wan nayê qebûlkirin û her gefek ji axa Îraqê ve bo ser welatên cîran, neyasayî ye û dê rastî lêpirsîn û dadgehîkirinê bibin.

Berdevkê Artêşa Îraqê ragihand ku take biryardan li desthilta dewleta fermî de ye ku niha li destê Elî Elzêydî yê Serokwezîrê Îraqê de ye.

Heşda Şeibî gefa êrîşkirin bo ser Erebistanê kiribû ku rastî vê berteknîşandana Artêşa Îraqê hat.