Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha pasdaran a terorîst zozaniyên li çiyayê Qendîl derdixe

10:45 - 8 Tebax 2026

Bi sedema givaş û gefên hêzên spaha psdaran a terorîst bo ser zozaniyên li etega Çiyayê Qendîlê, ev xwedî pez û terşê xelkê Başûrê Kurdistanê neçar mane zozanan bi cih bihêlin ku bi vê sedemê rastî pirsgirêkan hatine û rêjîmê jî bi rêya boldozêran rêyên nû çê kirine û dest bi çêkirina binkeyên nû yên serbazî kirine.

Li roja Înê 7ê Tebaxê, hêzeke zêde ya spaha pasdaran a terorîst bi zozaniyên ber etega çiyayê Qendîlê ragihandine ku dibe li demekî zû de ji vê deverê derkevin û spaha pasdaran li li binkeyên “Kurî Dêrê, Şerge, Topî Dirê, baska Millriyan, Axaser û Mêrgijan”ê de cihgîr kirine.

Hemî sale li dema ku xwedî pez û terş diçne zozanên nêzîk sinûran, hêzên spaha pastaran pirskirêkan bo wan çêdikin û wan neçar dikin ku li ber parastina ewlehiya xwe û pezê xwe ji zozanan derkevin.

Rêjîm bi taybet wan zozanan topbaran dike ku hem zozanî li vir nemînin, hem jî bo evê ku gij û giya û çêre agir pê bikeve û bişevite.