Bi sedema dorpêça deryayî ji aliyê Amerîka li ser paşmaweyên rêjîmê, zêdetir ji heftiyekê ye ku ti hinardekirineke neftê ji girava Xark ve nehatiye kirin, cihê gotinê ye ku %90 a tevaviya hinardekirina nefta Îranê ji vê giravê ve tê kirin.
Pêka rapora rojnameya Fayneşnal Taymzê û pêka datayên gemîranî û wêneyên esmanî, ji heftiyek berî niha ve ti neftkêşek li vêzgehên girava Xark de nehatiye dîtin û hersêk wêzgehên vê giravê li vê heyamî de betal bûne.
Vê rojnameyê daye zanîn ku sekinîna hinardekirina nefta Îranê ji vê giravê nîşaneya sekinîna %90 a hinardekirina nefta Îranê ye û egera vê heye paşmawyên rêjîmê bi sedema dorpêça deryayî, neçar mane berhemanîna neftê rabigrin û bi sedema berdewamiya berhemanînê neyê firotinê, enbarên wan bi tejî bimînin.
CENTCOMê jî ragihandiye ku ji çend heftiayn berî niha ve rêya 51 gemiyan guherîne û 2 gemî ji kar xistine û 2 gemiyên din jî vekolîne.