Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pirtûka "Naskirina Jêopolîtîkê" bi kurdî hat weşandin

14:10 - 8 Tebax 2026

Pirtûka navdar a profesor Colin Flint ê Amerîkî a "Naskirina Jêopolîtîkê", ji zimanê îngilîzî hat wergerandin ser zimanê kurdî û tevlî pirtûkxaneya kurdî bû. Ev berhem ji aliyê Kerîm Perwîzî, endamê Komîteya Navendî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ve hatiye wergerandin.

Projeya wergerandina vê pirtûkê di 22yê Pûşperê de, di 37emîn salvegera şehîdkirina Dr. Ebdulrehman Qasmlo de hat temamkirin. Pirtûk ji 10 beşên bingehîn pêk tê û çemkên jêopolîtîka nûjen, çavkaniyên neteweyî û pênasekirina gefên li ser dewletan analîz dike. Ev berhem di qada erdnîgariya siyasî û peywendiyên navneteweyî de çavkaniyeke pir giring e.

Werger Kerîm Perwîzî di pêşekiya pirtûkê de tekez dike ku wî ev kar wekî dilsoziyekê ji bo rêbaza Dr. Qasmlo encam daye, da ku zimanê kurdî wekî stûnekî stratejîk ê têkoşînê bi pêş bixe.