Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşa mûşek û dironî bo ser 15 keştiyên Îmaeatê li destpêka şer ve

14:14 - 8 Tebax 2026

Şîrketa Nîştimanî a nefta ebûzebî (Endok) ragehand li heftiya derbasbûyî de sê nefthilgirên din a wê şîrketê li Tengava Hormozê, keftine ber wan êrîşên mûşek û dironî.

Li gorî amarên şîrketa Endok, li destpêka şerê navbera Îran û Amerîkayê ve,aliyê kêm 15 keştî û nefthilgirên ser bi ebûzebî ji aliyê Komara Îslamî ve bûne amanc.

Li encama wan êrîşan de heya niha aliyê kêm kesek hatiye kuştin û 20 kesên din jî birîndar bûne.

Endok tekezî ji vê kir ku ew êrîşane bandora xirap li ser piroseya abûriyê çêkiriye û daxwaz kir mafê keştîvaniya azad û ewlehiya rêrewa aviyên navdewletî biparêze.

Li heman demê de, şîrketa zanyariyên deryawanî Merîn Lînk, ragehand Endok di wê dawiyê de 11 nefthilgir bi bihaya 1.3 milyard dolar kiriye heya bike cêgira ew nefthilgirên ku li encama êrîşên rejîma Îranê zirar ber keftine.

Nûçegihaniya Bloomberg ragehand tevî êrîşên Komara Îslamî, Îmaratê bi pêngavek biwêrane û bi piştgirêdan bi navganê, veguhastina neftê li Tengava Hormozê berdewam kiriye.

Li gorî amarên Kêplêr, Îmaratê li du heyvên derbasbûyî de pitir li her welatekê kendavê neft hinarde kiriye û heya niha jî tenê welate ku nek her hinarde kêm nebûye, belkî firotina neftê gihaye astek bilindtir li serdema pêş şer ve.