Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mesrûr Barzanî: Zêdetir ji Hezar êrîşên mûşekî û dronî bo ser Herêma Kurdistanê hatine kirin

14:49 - 8 Tebax 2026

 

Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, aşkera kiriye ku di heymên derbasbûyî de Herêma Kurdistanê rastî zêdetir ji hezar êrîşên mûşekî û dronî hatiye.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê gotiye ku beşek ji van êrîşên mûşekî û dronî rasterast ji navxuyê Îranê ve û beşekî din jî ji aliyê milîsên çekdar ve, li nava Iraqê, ber bi Herêma Kurdistanê ve hatine encamdan.

Herwisa Barzanî di hevpeyvînekê de digel kanalê «El Cezîre» tekezî li ser piştgirîya gavên Hikûmeta Federal a Iraqê kiriye ku çek tenê di destê hêzên fermî yên Iraqê de be û bê kontrolkirin

Di heman hevpeyvînê de, Barzanî behsa hebûna hêzên Amerîkî li Herîrê kiriye û gotiye: «heyama deh salane ku ti Serbazek Amerîkî li baregeha asmanî ya Herîrê de nîne.»

Mesrûr Barzanî di dawiyê de tekez li ser vê yekê kiriye ku ti aliyekê givaş nexistiye ser Herêma Kurdistanê da ku bibe beşek ji şerên herêmê.

Her di pêwendî digel êrişên mûşekî û dronî bo ser Herêma Kurdistanê hêjayê gotinê ye ku Komara Îslamî ya Îranê di heyamê destpêka şerê digel Amerîka û Îsraîlê de heta niha bi nêzî 150 mûşek û dronan kampên malbatên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê û bingehên tenduristî û perwerdehiyê yên vê hizbê kirine armanc.