Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dîrokek ji xebatê

16:13 - 8 Tebax 2026

N. Aso Mênberî

 

Her hizb û rêxistineke siyasi li gorî hewcedariya demê û mercên serdest bi ser civakê de û di çarçoveyeke taybet de ji dayik dibe, belê çarçove û pêkhateyeke serkevtî ew e ku bikaribe di hemû qonaxên xebat û têkoşîna xwe de xwe li gel bûyer û guhartinan nû bike.

Di 25ê Gelawêjê ya îsal de, 81 sal bi ser ji dayikbûna Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê re derbas dibin. Hizbek ku bi dirêjahiya hemû salên xebat û têkoşîna xwe, hevdem li gel ku cehd kiriye alahilgirê xebata neteweyî be û şerê nasname û şunasa neteweyî ya Kurd bike, hevdem li gel ku cih û warek e bo komkirina xelkê rizgarîxaz û handerek bo gernasiya tekan di pêxema kerameta, azadî û serbixweyiyê de be, pêgeheke bihêz bo komkirina hêza civakê û qutabxaneyek tijî ji zanist, mirovatî û emegdarî û fîdakariyê bûye.

Gelek caran tê gotin, Hizba Dêmokrat hizbeke serdemiyane ye û ev yek li vir de wateya xwe digire ku ev hizb wekî avahiyeke siyasi ya modern û pêşkevtî, hewl daye li gel bûyeran, xwendina nû bîne holê, xesarnasiya bûyeran bike û bi xwe guncandin li gel rewşê, siyaseteke rastbînane peyrew bike.

Hevdem ev hizb qet ji paşeroj û nûbûnê venebûye. Li gel derbasbûna demê û guhartina serdemê, karitye nifşê nû tevlî xebata xwe bike û di komkirina hêza mirovî li dor bername û siyasets xwe de serkevtî be.

Hizba Dêmokrat xwedan dîrokeke dûr û dirêj ji xebat, qurbandan û giyanfidayiyê bo gihîştina bi azadiyê ye. Di pênava gihîştina bi vê azadiyê de jî, bi hezaran lorîkên xwe yên emegdar pêşkêşî baregeha azadiyê kiriye.

Ev hizb wek bitementirîn hizba siyasi li Rojhilatê Kurdistanê ku xwedan pêgeheke cemawerî ya bihêz e, yek ji giringtirîn taybetmendiyên wê pênasekirina xebatê bo rizgarî wek erkekî giştî ye. Hizba Dêmokrat berdewam hewl daye bi rêya rêkxistina xwe, hemû xelkê Kurdistanê di xebatê de beşdar bike û bo vê armancê jî bi danîna bername û siyaseta taybet a xwe daxwaz ji xelkê kiriye ku tevlî rêzên xebatê bibin.

Li gel vê jî, bêyî cûdaî di pile û payeya teşkîlatî de, xebat û têkoşîna hemû kesekî bi nirx zaniye û hewl daye di dabeşkirina erkên xebatê de, hemû aliyan berçav bigire.

Dênek bi ser dîroka xebata vê hizbê de nîşanî me dide ku berî hemûyan, rêberatiya wê hizbê bûye ku di qonaxên cûda de, pêşengtiya xebatê girtiye ser milê xwe çiqasî bi nirxekî pir giran jî be.

Mînaka diyar a vê nirxdanê, darvekirina Pêşewa Qazî bi destê rêjîma Pehlewî û piştre terora rêberên şehîd, Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkindî bi destê dîplomat-terorîstên Komara Îslamî û piştre jî hejmareke din ji endamên rêberiya vê hizbê bi şêwazên cûda cûda bûye.

Ev yek nîşan dide ku di nava hizbê de, qurbandan bo rizgariya ax û neteweyê, ne girêdayî pêgeha teşkîlatî ye, belkî di her qonaxekê de û li gorî hewcedariya demê, takên nav vê hizbê, di pêxema armanceke hevpar û giştî de amadeyî giyanfidayiyê ne, yek li ser maseya gotûbêjê û ewê din di berxwedana çekdarî li gel hêzên dagirkerên Kurdistanê de.

Hizba Dêmokrat bi dirêjahiya zêdetir ji 8 dekadan ji xebata xwe di qonaxên pir dijwar re derbas bûye, evraz û nişîvên  pir zêde derbas kirine û bi sedan asteng hatine ser rêya wê. Belê ew tiştê ku ev hizb heta niha li ser pêyan hiştiye, tenê hêza xwedîbawer a pêşmerge ye, belkî xelkê Kurdistanê ne ku ev hizb wek mala xwe zanine û wek piştivanekî hemîşeyî di hemû qonaxan de alîkarî ya wê kirine.

Dr. Qasimloyê mezin keremkiriye: "Dîroka PDKÎ, dîroka çend rêveber û çend kadr û endaman nîne. Dîroka sed hezaran endam û hezaran şehîdan e. Di rastiyê de dîroka hemû xelkê Kurdistanê ye. Çunki Hizba Dêmokrat û xelkê Kurdistanê ji hevdu nayên veqetandin."

Her ev yek bûye sedem ku wek beşek ji felsefeya xebata vê hizbê, xelk wek beşekî neveqetiya ji xebata wê bê dîtin Hizb di hemû qonaxan de jî bi wî xelkî piştqahîm be.

Ev hizb felsefeya xebata xwe ne li ser bingeha şehîdbûnê, belkî li ser bingeha jiyan û berdewamiyê pênase kiriye. Takê ku tê çarçoveya Hizba Dêmokrat, bo wî ronî dibe ku armanca sereke, şere bo jiyanê! Ev şer, şerekî pîroz e çunki man, jiyan û paşerojê diafirîne, her ji ber vê xebat bo jiyan û paşerojeke geş dibe bingeheke fikrî.

PDKÎ piştî zêdetir ji heşt dehkan ji xebat û têkoşînê, ne tenê rêxistineke siyasi ye, belkî beşek e ji nasname, bîranîna girseyî û îradeya neteweyekê ye bo manê. Vê hizbê selimandiye ku bi piştgirêdana bi xelkê, bawermendbûn bi jiyanê û şiyanên xwe nûkirinê, dikare di beramberî hemû astengên dîrokê de li ser pêyan bimîne û wek meşxelek bo gihîştina bi azadî û dadperweriyê, rêya paşeroja nifşê nû ronî bike.