Pêka raporaekê ku şirketa lêkolîna “Kiplêr” belav kiriye, hatinûçona gemiyan li tengava Hormozê de %77 daketiye û rojên pêştir ku zêdetir ji 22 gemiyan hatinûçona wan hatibû tomarkirin, niha bi tenê hatinûçona 5 gemiyan hatine tomarkirin û ev hatinûçon li rêya avî ya diyarîkirî ya navnetewî nebûne û li rêya yekalî ya diyarîkirî ya paşmaweyên rêjîmê re derbas bûne.
Li hember de hatinûçona deryayî li tengava Babulmendebê de her wekî xwe maye û 47 derbasbûn ji vê tengavê de hatine tomarkirin û pêka rapora Kiplêr, 4 gemiyên ku navê wan li lîstê dorpêçan de bûye ji vê tengavê re derbas bûne û 8 gemî jî yên navgana sîber bûne.
Gorî wan zaniyariyên ku li mediayan ve belav bûne, sipaha pastaran a terorîst li wan rojên dawî de çendîn gemiyên ticarî kirine armanc û dane ber mûşek û rakêtan.
Herwisa Centkomê jî ragîhandiye ku li wan du rojîn derbasbûyî de 2 gemiyên pêywendîdar bi rêjîma Îranê li kar xistine û Amerîka tekeziyê dike ku dorpêça deryayî li ser Îranê herwisa bi micidî birê ve diçe.