Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

81 saliya xebat û berdewamiyê: Hizba Dêmokrat û erkên dîrokî yên nifşa nû li Rojhilatê Kurdistanê

16:18 - 8 Tebax 2026

N. Şemal Terxîbî

 

Pêşekî:

Karvanek li ser rêya dîrokê

81 sal li ser damazrandina Hizba Dêmokrat li bajarê Mehabadê û li ser destê Pêşewa Qazî Mihemmed û hevalên wî re derbas dibin. Ev rêxistina siyasî tenê partiyeke teqlîdî an rêxistineke siyasiya asayî nîne li dîroka hevçerx a kurdî de, belkî destpêka qonaxeke nû ya civakî, çandî û siyasiye ku pirsa kurdî ji serhildanên eşîretî û herêmî veguhast bo çarçoveya "damazraweyîbûn", "hikûmetmendî" û "diyarkirina pirsa bidestvegirtina qedera netewî".

81 sal xebata dijwar, pêşkêşkirina hezaran şehîdan ji rêberan, kadroyên fîdakar, pêşmergeyên xweşmêr û endamên mafxwaz, Hizba Dêmokrat kiriye tevgera rizgarîxwaz û xoşvan li Rojhilatê Kurdistanê.

Îro ku em yadê 81 saliya xebata vê Hizbê de ne, cîhan û herêm bi destê pêleke kûr a guhartinên jêopolîtîkî, teknolojî û civakî re derbas dibe. Civaka Rojhilatê Kurdistanê li nav dilê desthilateke tepeserkar û dîktatorî wek Komara Îslamî de, rûbiřûyî kirîza aborî, siyasî û ewlehiyê bûye. Li vir e ku pirseke bingehîn bo nifşê nû (nifşê dîjîtal û ciwanên nifşê “Z” û şerê bo azadiyê) tê holê: Erka dîrokî ya vê nifşê li beramber mîrata 81 saliya Hizba Dêmokrat û paşeroja Rojhilatê Kurdistanê çi ye? Bo bersivdana rast bi vê pirsa cewherî, di çend beşan de em vê babetê şîrove dikin:

 

Beşa Yekem:

Wêstgehên diyar yên 81 sal xebat û danîna momkên pişta nasnameya neteweyî

Bo têgihîştin ji erkên nifşê niha, divê em di destpêkê de ji wê mîrata ku niha di ber dest de ye têbigehin. Hizba Dêmokrat li 25ê Gelawêjê 1324an de hat damazrandin û tenê piştî çend mehan yekem Komara Kurdistanê û hikûmetekî dêmokratîk li Mehabadê anî holê. Çêkirina sembolên wek Ala û sirûda neteweyî, xwendin bi zimanê kurdî û anîna jinan bo nav qada giştî ya civakî û siyasetê, ji berhemên zêrîn yên wî serdemî bûn ku heta îro jî gelê me şanaziyê pê dike.

Piştî nemana Komarê û darvekirina Pêşewa Qazî, Hizba wî ne tenê ji nav neçû, belkî bû pişta xebata siyasî û çekdarî li dijderketina rêjîma paşayetiyê (Pehlevî) û paşê dijderketina rêjîma totalîter a Îranê berdewamî da.

 

Li serdemê rêberên wek Şehîd Dr. Qasimlo û Şehîd Dr. Şerefkendî, Hizba Dêmokrat bû sembola dîplomasiya modern, hişmendiya siyasî û darêjtinga teoriya "dêmokrasî bo Îranê û xudmuxtarî bo Kurdistanê".

Li berdewamiya vê dîrokê de, Hizba Dêmokrat karî bi serbilindî ji nav bahoz û kirîzên mezin yên Şeřê Sar, bûyerên piştî şoreşa gelên Îranê li  (1979), êrîşên asmanî û mûşekî, û terora rêberên xwe li Ewropayê derbas bibe. Ev mana dîrokî nîşana rehdaqutana vê rêbazê ye li nav dilê civaka Kurdistanê de; rêbazek bi armanca hewldan bo parastina nasnameya neteweyî û giringîdan bi nîştiman li beramber êrîşên yên din li derdora kurd û Kurdistanê.

 

Beşa Duyem:

Hawekêşeya nû û guhartina şêwaza xebatê

Cîhana îro cîhana hêza nerm, torên civakî, şerê zanyariyan û dîplomasiya dîjîtal e. Eger li sedsala borî de hawekêşeya xebatê bi şêweyekî serdemî li dengê çiyayan, radiyo, rêxistina nihênî ya nav bajaran û sengera pêşmerge de kurt dibû, îro sînorên xebatê berfirehtir bûne û bi Rasana Rojhilat xebata bajar û çiya li hev hatine girêdan û mil bi mil hev û bo yek armancê dixebitin.

Şoreş û bizavên civakî yên van salên dawiyê, bi taybetî tevgera "Jin, Jiyan, Azadî" û xwepêşandanên giştî yên Kurdistanê, diyar kirin ku civaka Rojhilatê Kurdistanê bûye civakeke zêde hişyar û pêşeng. Li vê rewşê de, nifşê nû û erkên wî nikare tenê wek paşko bo dîrokê werin dîtin, belkî wek karekterê serekî yê darêjtina paşerojê derdikevin.

 

Beşa Sêyem:

Erkên bingehîn yên nifşê niha yê Rojhilatê Kurdistanê

Li vê beşê de em dikarin erka nifşê nû di 5 beşên cuda de parve bikin ku bi vê şêwazê ye:

Parastina nasnameya neteweyî û xweragiriya çandî: Yek ji siyasetên metirsîdare hikûmeta navendî li Îranê, jinavbirina nasnameya çandî û neteweyî ya me û zimanê kurdî ye bi rêya asîmîlasyon û çêkirina rewşa nebaş li herêmên kurdî de. Erka serekî ya nifşê nû, parastin û bihêzkirina zimanê dayikê, dîroka hevbeş û nasnameya neteweyî ye. Ev jî bi rêya çêkirina naveroka çandî, wêjeyî, hunerî û fotografiya modern dabeş dibe ku bikaribe nifşê nû bi reh û kokên xwe ve girêbide.

Veguhastin ji "Hêza Req" bo "Hêza Nerm": Îro qada şer tenê sînor û çiya nîne; şaşeya mobaylan, medyayên cîhanî û platformên dîjîtal sengera nû ne. Nifşê nû divê şiyanên xwe li warên şerê zanyariyan, grafîk, vîdyo-dêkomênterî, medya dîjîtal û zanista înformatîkê de bi kar bîne da ku:

A. Dengê mafxwazî yê xelkê Rojhilatê Kurdistanê û amarên binpêkirina mafên mirovan bighîne saziyên nêvdewletî.

B. Senaryoçêkirin û propagandeya medyayên ewlehî yên rêjîmê hilweşîne.

C. Çîroka rastîn a xebata 81 saliya Partiya Dêmokrat bi zimanên pênasbûyî yên cîhanê berhem bîne.

Bihêzkirina rêxistina medenî û torçêkirin li navxwe de: Xebata serşeqamê û amadeyiya medenî bê rêxistina saxlem, zû rastî tepeserkirin û bêdengkirinê dibe. Erkê serekî yê ciwan û çalavanên nû li navxweyî Kurdistanê, rêxistina torên medenî yên edebî ye li forma civaka medenî, encumanên çandî, navendên zimanê kurdî, û grupên alîkariya aborî û civakî. Ev torane wek şahdemara bergiriya medenî kar dikin û di dema qeyran û şoreşan de riya tevgerê diparêzin.

Çêkirina pirekê di navbera "Nifşê Ezmûn" û "Nifşê Dîjîtal": Nifşê nû navê rastî çemkê "nedîtina derbasbûyê" an redkirina ezmûna rêber û kadroyên kevn bibe. Erkê exlaqî û siyasiyê, sûdwergirtinê  ji ezmûn, bûyerên dîrokî û dersên 81 saliya Hizba Dêmokrat. Li heman demê de, divê ev ezmûne têkelî xewn û xeyalên nû yên avakirina nîştiman, teknolojî û zanista rêvebirina hevçerx bikin. Ev diyaloga nav-nifşî rê li dubarebûna şaşiyên dîrokî digire.

Xebat bo dadperweriya civakî û wekheviya zayendî: Komara Kurdistanê di serdemê xwe de destpêşxêr bû di anîna jinan bo nav qada siyasetê de. Îro, Hizba Dêmokrat û nifşê nû divê bi kiryarî parêzerê diruşma "Jin, Jiyan, Azadî" bin. Dadperweriya civakî, afirandina derfetan bo jin û ciwanan, û têkdana bingehên baviksalarî yên kevn li nav biryarên siyasetê û civakî de, cewherê pêşkeftî yê rêbaza Dêmokrat diyar dike.

 

Beşa Çarim:

Zehmetî û astengiyên beramberî nifşê nû

Nifşê niha yê Rojhilatê Kurdistanê li nav rewşa aloz de biryarê dide. Ji aliyekî ve guşara tund a ewlehiyê, gefa girtinê, îşkence û darvekirinê ji aliyê rêjîmê ve heye; ji aliyê din ve, şerê derûnî û hewldan bo çêkirina bêhîvitiyê, belavbûn di navbera hêzên siyasî de û haydana rasterast û nerasterast a ciwanan ji aliyê dijminên Kurdistanê ve bo koçkirin û destberdan ji xebatê, ji wan astengiyên mezin in.

Derbasbûna ji van astengiyan tenê bi îradeya qahîm, hişyariya siyasî, parastina yekîtiya neteweyî di navbera hemû parçeyan û hêzên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê de, û hîvîdan bi paşerojê pêk tê. Nifşê nû divê têbigehe ku sernixûniya zordariyê berhemê xebata bêrawesta e, ne ku çavrerêkirina şans an benda egera bûyeran bin.

 

Encam:

Pêşeroja geş û emegdariya bi armancan re

81 saliya damazrandina Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, tenê dîrokeke asayî li salnameyê de nîne, belkî rawestiyanek e bo vegeryan, nûbûn û peymannûkirinê. Vê Hizbê di dirêjahiya dîroka xwe de îsbat kiriye ku reha wê di nav îradeya xelkê de hatiye çandin û bi ti reşebayekî nakeve û nawestê.

Îro, Ala xebata azadîxwaziyê ku ji Mihabadê ve hat hildan û bi xwîna şehîd û rêberan hat avdan, di destê nifşê nû de ye. Nifşê dîjîtal û ciwanên hişyar yên Rojhilatê Kurdistanê, bi çeka zanist, têknolojî, îradeya neteweyî û bawermendbûn bi dêmokrasiyê, dikarin xebata 81 saliyê bibin dawîqonaxa xwe ku: bidestvehatina mafê diyarkirina qederê, azadî û serbilindî bo hemû xelkê Rojhilatê Kurdistanê.