Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di hejmara vê carê a Rojnameya Agirî de me liderheq 25ê Gelawêjê salvegera avakirina PDKÎ, digel rêzdar Dara Natiq Çalakê Siyasî hevpeyvîn encam daye.

16:21 - 8 Tebax 2026

Hevpeyvîn: Dara Natiq

Hevpeyvînkar: Hesen Mukerem

 

Dara Natiq: Hizba Dêmokrat bawer e ku hêza rastîn ya berxwedanê ne tenê di çalakiyên siyasî de ye, lê di hişmendiya neteweyî, parastina nasnameya Kurdî, pêşxistina demokratî û girêdana gel bi armancên xwe de jî xuya dibe.

 

1- Hizba Dêmokrat a Kurdistanê di 25’ê Gelawêja 1945’an de bi çi armanc û hêviyan hate avakirin, û ew armanc heta niha çawa hatine parastin?

Hizba dayîk û Hizba pêşewayê mezin yê Kurd Qazî Mihemed ankû Hizba Demokrat a Kurdistanê di 25’ê Gelawêja sala 1945’an de di rewiş û zirûfek pir hestiyar û hesas a  siyasî û dijwar de hate avakirin bi merema parastina hebûna neteweyî ya gelê Kurd, bidestxistina mafên neteweyî û dêmokratîk, damezrandina rêveberiya dêmokratîk li Kurdistanê û pêşxistina azadî, dadperwerî û yekbûna gelê Kurd di çarçoveya Îranek dêmokratîk de ku mafên tev neteweyên di çarçoveya cugrafiya Îranê û yek ji wan jî mafên sereke yên gelê Kurd bihên parastin û dabîn kirin. PDKÎ ji destpêkê ve bawer bû ku pirsgirêka Kurdistanê bi rêya têkoşîna siyasî, xebata rêxistinî, piştgirîya gel û parastina mafên mirovan dikare çareser bibe.

Di dirêjahiya dîrokê de, Hizba Dêmokrat, tevî zext, serhildan, teror û şehîd kirina rêberên xwe yên karîzmatîk û bi sedan kadir ê pêşmerge û endam û layengirên xwe bi destê rejîmên mirov kuj ên Paşayetî û komara îslamî û herwisan hewraz û nişîvên xebatê pir dîtin û di şert û mercên pir dijwar de jî derbas bûn lê tu carî ji armanc û prensîbên xwe yên di pêxema parastin û bi destxistin û dabînkirina mafên gelê kurd paşde neketiye û xebat û tekoşîna xwe bi piştgiriya xelkê Kurdistanê bi girseyî berdewam kirye, û heta îro jî ev Hizba berdewam e. Ev domdarî nîşana wê ye ku armancên ku di sala 1945’an de hatin danîn, hîn jî bingehê têkoşîna Hizba Dêmokrat in û bi piştgiriya gelê Kurd têne parastin û pêşvebirin û xebat û tekoşîn jî herwa bi girseyî û bi moralek bilind a şorşgêrî berdewam e.

 

2- Piştî 81 salan tekoşîn û berxwedanê, tu çi wekî girîngtirîn destkeftî û serkeftina Hizba Dêmokrat ji bo gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê dibînî?

Di berdewamiya xebat û tekoşînê û herwisan hewraz û nişîvên di ser rêya xebatê û Piştî 81 salan tekoşîn û berxwedana bi serbilindî û lê pir dijwar de, girîngtirîn destkeftî û serkeftina Hizba Dêmokrat ew e ku kariye hebûna siyasî û nasnameya neteweyî ya gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê biparêze û hestê azadîxwazî, yekbûn û berxwedanê ji nifşekî bo nifşekî din veguhezîne û herwisan tev wan pîlanên qirêj û hovane yên rejîma paşayetî û a xumeynî ji bo asimîle kirin û tune kirina gelê kurd pûç bike û morala şorişgêrî û xebatê di nava xelkê kurdiatanê de bilind bike û bibe cihê hêvî û bawera neteweya Kurd. PDKÎ di tevahiya dîroka xwe de, tevî zindan, teror, şehîdbûn û zextên giran, ji armancên xwe yên dêmokratî, mafên neteweyî, mafên mirovan û çareseriya dêmokratîk a pirsgirêka Kurdistanê paşde neketiye û xebat û tekoşîn bi hemî rengên xwe yên pêşketî we berdewam e.

Herwisa, PDKÎ kariye pirsgirêka Kurdistanê wekî pirsgirêkek siyasî û neteweyî li astên cûda yên navxweyî û navneteweyî zindî bihêle û dengê maf û daxwazên gelê Kurd bigihîne cîhanê. Di heman demê de, bi xebata rêxistinî, parastina nirxên dêmokratîk, pêşxistina rola jinan û ciwanan, û girêdana têkoşîna neteweyî bi mafên giştî yên mirovan, Hizba Dêmokrat bûye sembola berdewamî, hêvî û berxwedana gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê. Damezrandina yekemîn dewleta moderin a kurd bi navê komara kurdistanê, marşa neteweyî a ey reqîb û navê pêşmerge û hêza pêşmerge û ala kurdistanê û…. Ji wan destkewtên herî girîng a xebata zdetir ji 8 dehikan a vê Hizbê ne.

Ji bo gelek Kurdan, ev domdarî û sekinîna li ser pirensîb û armancan, bi xwe serkeftinek mezin e; ji ber ku nîşan dide ku, tevî hemû asteng û zordariyan û tevî berdewamiya mûşekbaran kirin û gef û erişên hovane yên rejîma îslamî a îranê lê, îradeya gelê Kurd ji bo bidestxistina azadî, dêmokrasî û mafên xwe hîn jî zindî û bihêz e.

 

3- Hizba Dêmokrat di van 81 salan de gelek zordarî, girtin, şehîd dan û êrişên rejîma Îranê dîtine. Ev berxwedan çawa karîye ruhê xebat û azadiyê di nav gelê Kurd de zindî bihêle?

Di dirêjahiya zêdetir ji heşt dehikan ji xebat û tekoşîna berdewam a xwe de, Hizba Dêmokrat bi girtin, zindan, şehîdbûn, teror mûşekbaran û êrişên berdewam ên rejîma cinayetkar û hov a Îranê re rû bi rû bûye. Lê ev zordarî û gef û erişên han berdewam û hov tu car nekarîne îradeya xebat û tekoşîna mafxwazî a PDKÎ û gelê Kurd bişkînin. Berevajî wê, ev berxwedan bûye çavkaniyek ji bo bihêzkirina ruhê azadîxwazî, berxwedan û baweriya gel bi maf û doza xwe re û hêviya gelê me bi azadî û serkewtinê û berdewamiya xebatê bilind bûye.

PDKÎ hertim li ser wê baweriyê ye û bi hizir û nêrînên partiyê xwîna şehîdan, fedakarîya pêşmergeyan û xebata domdar a endaman û alîgirên Hizbê bûye mîratek neteweyî ku hestê berpirsiyarî, yekbûn û têkoşîna dêmokratîk di nav nifşên cur bi cur ên civaka kurdistanê de zindî hiştiye. Her êriş û zordariyek, li şûna ku dengê gelê Kurd bêdeng bike, bûye sedem ku daxwazên maf, azadî û dadweriyê bihêztir bibin.

Hizba Dêmokrat bawer e ku hêza rastîn ya berxwedanê ne tenê di çalakiyên siyasî de ye, belkî di hişmendiya neteweyî, parastina nasnameya Kurdî de, xuya dibe. Ji ber vê yekê, ruhê xebat û azadîxwaziyê di nav gelê Kurd de heta îro zindî maye û wekî hêzek ji bo bidestxistina mafên neteweyî, dêmokrasî û çareseriya aştiyane ya pirsa Kurdistanê berdewam dike.

 

4- Di şert û mercên niha de, erkê nifşa ciwan a Kurd çi ye, û rolê wan di domandina xebata neteweyî de çawa tê dîtin?

Nifşên ciwan ên Kurd ku cihê hivya pêşeroja Kurdistanê ne, di rewşa niha de hewceye hişmendiya neteweyî, rêxistinbûn, yekbûn û têkoşîna demokratîk xwe biparêzin. Hizba Dêmokrat ciwanan wekî hêza sereke ya guherînê û garantiya domandina doza neteweyî dibîne û bawer e ku berpirsiyariya parastin û pêşxistina mafên gelê Kurd niha ji her demê zêdetir li ser milê wan e. Nifşa ciwan weke hêza daînemo û guherînên dêmokratîk û pêşengê xebata azadî û neteweyî rolek bi bandor di xebat û tekoşîna îroyîn de dilîzin û cihê hêviya gelê kurd in.

PDKÎ li ser wê baweriyê ye ku ciwan divê bi hestekî bilind ê berpirsiyarî, bi zanist, çand, siyaset û xebata civakî xwe amade bikin û di hemû qadên jiyanê de ji bo parastina nasnameya Kurdî, mafên mirovan û dadweriyê rolek çalak bistînin. Herwisan, xebata neteweyî tenê bi fedakarî, rêxistinbûn, yekbûna nîştimanî û baweriya bi rêya têkoşîna demokratîk dikare bigihîje armancên xwe.

Lewra ez bang li ciwanan dikim ku mîrata têkoşîna zêdetir ji heşt dehikan a di encama xebat û tekoşîna berdewam a PDKÎ û bi piştgîriya xelkê mafxwaz yê Kurdistanê biparêzin, ji bîr û armancên pîroz yên şehîdan û fedakariyên pêşengan hêz û moralê bistînin û bi hişmendî, hêvî û îradeyek bihêz, xebata neteweyî û demokratîk berdewam bikin. Bêguman amadebûna nifşên ciwan, doza maf û azadiya gelê Kurd dê bi hêztir berdewam bike û pêşerojek geş ji bo Kurdistanê bê avakirin.

 

Gelek spas bo rêzdar Dara Natiq