Rejîma Îranê careke din bi danîna şertên nû, ewlehiya deryayî û bazirganiya cîhanî li Tengava Hormozê kiriye barimteya daxwazên siyasî û leşkerî yên xwe.
Li gorî rapora Ajansa fermî ya IRNA, Pasdarê terorîst Mohemed Baqir Zolqadr, Sekreterê Encumena Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya rejîma Îranê, amaje bi vê yekê kiriye ku heta ku Amerîka reftarên xwe rast neke, Tengava Hormozê nayê vekirin.
Rejîma Tehranê şeş daxwaz wek şertên vekirina vê rêya avî ya girîng diyarî kiriye. Di nav wan de: rawestandina operasyonên leşkerî yên Amerîkayê li dijî Îranê û girûpên niyabetî, vekişîna hêzên Îranê li derdora Îranê, rakirina dorpêçên deryayî, rakirina dorpêçên aborî, azadkirina bê şert a pereyên blokekirî û herwisa qerebûkirina zirarên şerê.
Berpirsê rejîma Îranê tekezî kiriye heta ku Amerîka van şeş şertan qebûl neke, Tengava Hormozê nayê vekirin.
Ev şertên rejîmê di demekê de tên pêşkêşkirin ku danûstandinên ji bo vekirina rêya avî berdewam in û berpirsên Amerîkayê jî amaje bi berdewamiya serkeşiya Îranê li hember ewlehiya wizeya cîhanî dikin.
Pispor li ser vê baverêne ku bikaranîna Tengava Hormozê wekî karta givaş û serdestiyê, nîşaneya berdewamiya siyaseta zêdexwazî ya rejîma Îranê li herêmê ye, ku rasterast aboriya cîhanî û hatinûçûna deryayî dixe metirsiyê de.