Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîl bi bê alîkariya Amerîka xwe bo şer dijî rêjîma Îranê amade dike

10:42 - 9 Tebax 2026

Nûçegihaniya Îsraîlê ragehand ku Îsraîl heya niha egera encamdana êrîşa bi tenê bo ser rejîma Îranê bê beşdarîkirina Amerîka li ser mêzê xwê bihêle.

Kanala 13 a Îsraîlê nivîsiye, piştî belavbûna raporta CNN li derheq hewlên Den Keyn, Serokê Sitada Hevpa a Arteşa Amerîka, bo peydakirina rêyekê bo dawîanîn bi şer ligel Komara Îslamî, amadekarî li Îsraîlê bo egera opreasiyoneke serbixwe ya serbazî, li dijî Komara Îslamî berdewam in.

Li gorî wê raportê, berpirsên Amerîka hêvîdar bûn pêş dawîhatina wê heftiyê, nûçeya geheştin bi rêkeftinê rabigehîn in, lê heya niha çaverêyê bersiva karbidestên rejîmê ne.

Ev raport ji zarê Cî Dî Vens, Cihgirê Serokomarê Amerîka ve ragehandiye: “rêjîma Îranê jî dixwaze dawiyê bi şer bîne, lê pirs eve ku gelo dikare eva ku em dixwazin pêşkeş bike”?.

Berê jî kanala 13 a Îsraîlê ragehandibû ku erteşa wî welatî hevdem ligel bihêzbûna egera destpêkirin a êrîşan bo ser rêjîma Îranê, hêzên xwe xistine rewşa amadebaşiya tewaw de.

Li gorî wê bernameya dariştî ya serbazî, êrîşên çaverênekirî bo ser jêrxan, beşa wize û wêzgehên berqa Îranê ji xwe digrin, herwisa eger heye erteşa Îsraîlê li piroseyek serbazî a hûr de, berpirsên payebilind ên rêjîma Îslamiya Îranê hevşêweyê şerê 12 roje bike amanc.

Herwisa berpirsekî payebilind ê Arteşa Îsraîlê bi rojnameya Meariyûyê ragehandibû ku ew bûyerane li seranserê Rojhelata Navîn de û li Îranê diqewimin, li jêr çavedêriya me de ne bo hejmarek senaryo û bijardeyan amadekariyê dikin, yek ji wan ev e ku renge hewce bike carek din êrîşa serbazî li dijî Îranê bigrne ber xwe.