Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Turkiye li pey berfirehkirina hevpeymaniyên bergiriya Mekkeyê li Rojhilata Navîn e

10:56 - 9 Tebax 2026

Li gorî rapora “Fox News”ê  “Hakan Fîdan,”Wezîrê Derve yê Turkiyê, roja Şemî ragihand ku Misir dikare di qonaxa bê de beşdarî hevpeymaniya bergiriya hevpar a di navbera Erebistan, Turkiye û Pakistanê de bibe. ev sê welatan dixwazin hevpeymaniyên ji bo welatên din yên herêmê jî berfireh bikin.

“Hakan Fidan” di daxuyaniyekê de ji ajansa fermî ya “Anadolu”re got ku bawer dike di dawiyê de Misir dê bikeve nav hevpeymaniya bergiriya ya Mekkeyê de.

Wezîrê Derve yê Turkiyê ev hevpeymanî ji aliyê teknîkî ve hevtayê madeya 5 a NATO di warê berevaniya bikom  binav kir û got ku di vê hevpeymaniyê de welatekî diyarkirî wekî gefa hevpar nehatiye destnîşankirin.

Fidan ragihand ev welatên ku êrîşî ser endamên vê hevpeymaniyê nekin, nebin armanc.

Fidan herwisa ragihand ku welatên endamê vê hevpeymaniyê dê manorên leşkerî encam bidin û bernameyên perwerdehiya hevpar pêk bînin, da ku şiyana xwe ji bo hevkariyê û pêkanîna operasyonên hevpar nîşan bidin.