Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê heya dawiyê pêbendê ti rêkeftinameyekê nabe

11:21 - 9 Tebax 2026

Cek Keyn, Generalê malnişînkirî û şirovekarê payebilind ê stratejî li hevpeyvîn digel kanala Fox Newsê de ragehand ku wiha tê dîtin rejîma Îranê bi tevavî pêbendê ti rêkeftinekê nebe ku li derheq tengava Hormozê wajo dike.

General Cek Keyn li vê hevpeyvinê de îşare bi vê kir ku ceribandinê derbasbûyî derdixe ku Îran heya hekî rêkeftinê jî wajo bike, renge li destpêkê de bi rê ve bibe, lê li dawiyê de bi tevavî pêbend namîne.

Navbirî bi îşarekirin bi operasiyona “Kerba Hemasî” dijî paşmaweyên rêjîma Îranê rohin kir ku Tehran Tengava Hormozê wekî darayiyek sitratejîk û alaveke givaşê dibîne ku serdestî û bandora deverê pê dide.

Li gorî gotina Cek Keyn, ew dîtingeha rejîma Îranê rastiyek astengsaz e ku civaka navnetewî tûşî vê bûye.