Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nîşandeka rojreşî li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê ji %100 bilintir bûye

11:26 - 9 Tebax 2026

Pêka amarên banka Navendî ya paşmaweyên rêjîmê, li demsala Bihara îsal de nîşandeka rojreşî li 13 parêzgehan de ji %100 derbas bûye û parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê zêdetirîn rêjeya rojreşiyê hene.

Pêka wan amaran li demsala Bihara Îsal de nîşandeka rojreşî li parêzgehên “Îlam %113.1, Luristan %111.5, Sine %111.1, Kirmaşan 110.3, Xurasan 104.6, Urmiye û Gulistan 104.1 û Çarmihal û Bextiyarî %103.9” bûye û li parêzgehên din jî rêjeya nêvincî, derdora %90 bûye.

Nêvinciya nîşandeka Rojreşî ku li demsala Biharê de %90 bû, li heyva Pûşpera îsla de ji 13 parêzgehan gihîşte 19 parêzgehan û nêvinciya nîşandeka rojreşiyê, gihîştiye %96 û her disan jî parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê zêdetirîn rêjeya Rojreşî hebûne û pêka amara Banka navendî ya paşmaweyên rêjîmê, parêzgehên “Îlam %120.6, Luristan 118.9, Sine %117, Kirmaşan %116 û Urmiye %108” bûye.

Paşmaweyên rêjîmê amara serast belav nakin û amara serast gelek ji wan amaran zêdetir e.