Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şirketên Amerîka bi daxistina Hormozê çendîn qat qazanc kirine

13:53 - 1 Tebax 2026

Piştî daxistina tengava Hormozê ji aliyê paşmaweyên rêjîmê, 2 şirketên herî mezin ên Amerîkayê çandîn qata qazanc kirine û pêka datayên ku şirketa “Êksan Mobîl” ku mezintirîn şirketa neftî ya Amerîkayê ye, vê şirketê li 3 heyvên demsala Bihara îsla de 14.5 milyard Dolar qazanc kirine ku li Zistana sala par de ev rêje bi tenê 4.2 milyard Dolar bûye.

Herwisa şirketa neftî ya “Şêvron” ku duyemîn şirketa mezin a neftiya Amerîkayê ye, raporek belav kiriye û pêka vê raporê li vî heyamê de 12 milyard Dolar qazanc hebûye û li zistana sala par de bi tenê 2.2 milyard Dolar qazanc hebûye.

Qazanckirina wan şirketên Amerîkayê li halekê de ye ku berhemanîna nefta wan şirketan a Êksan Mobîl %2 û Şêvron bi tenê %9 bûye, qazanca çendîn beramber a wan şirketan bi sedema daxista tengava Hormozê ji aliyê paşmaweyên rêjîmê û bilindbûna nirxa neftê li bazarên cîhanî bûye.