Tora Elhedes bi belavkirina raporekê daye zanîn ku çeteyeke terorîstî ku pêwendî bi berpirsên paşmaweyên rêjîma Îranê ve hebûne ji aliyê hêzên ewlehî yên Îraqê ve li parêzgeha Babolê li başûrê Bexdayê de binçav kirine.
Pêka vê raporê, ev çeteya terorîstî 3 kesên ser bi girûpên çekdar bûne ku dixwestin bi dironên pêşkevtî, kiryarên terorîstî li derveyî Îraqê bikin û li dema binçavkirina wan terorîstan de çendîn mûşek û dironên pêşkevtî hatine zewtkirin.
Pêka rapora Elhedes, vê çeteyê pêwendî bi berpirsên paşmaweyên rêjîma Îranê ve hebûne ku berpirsyarê birêvebirina wan êrîşên dironî bûne.
Tora Elhedes, wêneyên wan diron û mûşekên peydakirî li dema binçavkirina wan terorîstan de belav kirine.