Macid Ebdullah El-Nezîlî, Berdevkê fermî yê hêzên Çekdar li dewleta Yemenê, roja Duşemî 10ê Tebaxê bi belavkirina daxuyaniyekê da zanîn ku li êrîşa Hûsiyan de bo ser bajarê “El-Mexa”yê de 7 kes hatine kuştin û 30 kes jî birîndar bûne.
Navbirî ragihandiye ku ji wan 7 kuştiyan 4 kes serbazên Yemenê û 3 kes jî xelkê sivîl bûne û herwisa ji 30 birîndaran 13 kes xelkê sivîl bûne û piraniya wan piştî çareseriya pizîşkî ji nexweşxaneyê derketine.
Navbirî eşkere kir ku li vê êrîşê de Hûsiyan diron û mûşek bi kar anîne û navendên medenî û jêrxanên hestiyar ên wek cihê jiyana karmendên hikûmî, navend û wêzgehên berqê û herwisa binkeyên serbazî kirine armanc.
Herwisa navbirî ragihand ku sîstema berevaniya esmanî ya Yemenê 11 dironên Hûsiyan li esman de têkşikandine.