Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dîwana bilind a rejîmê Sizaya bidarvekirina girtiyekî befranbarê piştrast kir

09:54 - 10 Tebax 2026

Li gorî raporta Ajansa nûçegihaniya Hêranayê, sizaya bidarvekirina Resûl Rezayî, welatiyê xelkê Ferîmanê ser bi parêzgeha Xurasana Rezawî û yek li girtiyên nerizatiya meha befranbara 1404an, ji aliyê dîwana bilind a rejîmê ve hate piştrastkirin.

Li gorî raporta Hêranayê, ew girtiyê siyasî ku li girtîgeha Wekîl Abada Meşhedê de girtiye, berê ji aliyê bi nav dadgeha Înqilaba rejîmê ve li wî bajarî, bi tohmeta Muharibe sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin.

Pesendkirina sizaya bidarvekirina wî girtiyê siyasî, nîgeranî hember bi egera cîbicîkirina bilez a wî cezayî û çarenivîsa girtiyên din ên cezakirî bi bidarvekirinê zêde kiriye.

Resûl Rezayî, temen 28 salî xelkê Ferîman û bavê du zarokan, pêş girtinê, bo peydakirina bijîva jiyanê, mijûlê karê destfiroşiyê bûye.

Herwisa dadgeha rejîmê sizaya bidarvekirinê bi ser welatiyekî Kurd xelkê Îlamê yê bi navê Mêhdî Rewşenî yek ji girtiyên nerizatiya meha befranbarê de sepand.

Li sala derbasbûyî de û bi taybetî piştî nerizatiya meha befranbara 1404an û şerên 12 û 40 roje, rewta derkirin, pesendkirin û cîbicîkirina sizaya bidarvekirinê dijî girtiyên siyasî li Îranê de bileztir bûye.

Herwisa Vollkêr Turk, Komîsyarê bilind ê mafê mirovî a neteweyên yekgirtî, li 14ê Gelawêjê de ragehand ku li 28ê Reşemeya 1404an heya niha aliyê kêm 56 girtiyên siyasî li Îranê de bidarvekirine ku dosyeya 27 kesan peywendî bi nerizatiya befranbarê ve heye û pitir ji 100 kesên din jî metirsiya bidarvekirinê li ser wan heye.