Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tiramp got: givaşa abûrî bo ser rêjîma Îranê li bijardeya serbazî baştir e

09:56 - 10 Tebax 2026

Donald Tiramp, Serkomarê Amerîka, roja Yekşemî li gotubêja ligel malpera Axsyosê de ragehand ku li vê qonaxê de wisa baş dizane ku givaşên abûrî bo ser Komara Îslamiya Îranê zêde bikin, nek dest bi gerek nû a operasyonên serbazî ên berfireh bikin.

Tiramp rewşa abûrî a Îranê bi zêde xirap binav kir û îşare bi vê yekê jî kir ku Tehran heta bo pêdana hiqûqê mehaneye hêzên xwe jî rastî astengan hatiye.

Serkomarê Amerîka tekezî kir ku givaşên deryayî ên Amerîka kirîzên abûrî ên Îranê kûrtir kiriye û got, em tenê li rêya teweroma mezin û nebûna darayîyê ve çavedêriya Îranê dikin.

Ew axiftina Tiramp li demekê de ye ku rêkeftina sê qolî di navbera Amerîka, Oman û Îranê bo rêkxistina hatin û çûna keştiyan li Tengava Hormozê de heya niha nekiriye, bi sedema evê ku Tehran mercên nû xistine rû.

Ji aliyekê din ve, Axsyosê ji çavkaniyên Amerîkayê ve belavkiriye ku kêşên navxweyî li navbera baskên desthilatê li Îranê de li bilindbûnê de ye, baskek bi serokatiya Mesûd Pizîşkiyan nîgeraniya hiloşîna abûrî û daxwazkarê rêkeftinê ye, di demekê de ku balek din bi serokatiya Ehmed Wahîdî, Fermandê spaha pasdaran, dijî dana heçî cure îmtiyazekê ye.