Roja Yekşemî 18ê Gelawêjê, Malnişînkiriyan careke din li bajarên cuda yên Kurdistan û Îranê, bo nerizayetî nîşandan li dijî rewşa jiyanê û cîbicînekirina daxwazên xwe kom bûn.
Malnişînkiriyên nerazî li bajarên Kirmaşan û Şûşê, di kombûnên nerazîbûnê de li dijî şerfiroşiya rejîmê û ji bo piştgirîkirina girtiyên siyasî û medenî dirûşim dan.
Malnişînkiriyan li Kirmaşanê dirûşimên wekî: «Şer û danûstandin hêcetin, jiyana me bûye amanc ».
Herwisa malnişînkiriyan li Şûşê dirûşim dan: «Em şer naxwazin, em sozên rast dixwazin».
Di wan videoyên ku li ser torên civakî ji kombûnên nerazîbûnê yên Kirmaşanê hatine belavkirin, malnişînkiriyan piştgiriya xwe ji girtiyên siyasî û medenî dane nîşandan û daxwaza azadkirina wan a bilez kirine.
Malnişînan di salên derbasbûyî de, bi taybetî di roja Yekşemî ya hemî hefteyekê, li bajarên cuda yên Îranê li dijî bihabûna nirxa hewcehiyên jiyanê û paşguhxistina daxwazên xwe, kombûnên nerazîbûnê yên berfireh li dar xistine.