Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezîrê derve yê rêjîmê îdia kir ku ti danûstandinekê digel Amerîkayê nakin

11:18 - 10 Tebax 2026

Li halekê de paşmaweyên rêjîmê bi rêya çendîn dewletan lahiya encamdana danûstandinan digel Amerîkayê dikin, berpirsên çewtekar ên rêjîma Îranê li ragihandinên ser bi rêjîmê de belav kirine ku ti danûstamndinekê digel Amerîkayê nakin.

Li vê derheqê de nûçegihaniya “tesnîm” a ser bi spaha pasdaran a terorîst bi belavkirina raporekê ragiahndiye ku Ebas Îraqçî li derheq pêvajoya danûstandina digel Amerîkayê de gotiye ku navbendçî hewlê didin rêyên nû bo danûstandinê peyda bikin.

Ebas Îraqçî îdia kiriye heta binpêkirina xalên lihevkirinê ji aliyê Amerîkayê ve berdewam be û qerebûya wan xisaran nede, em danûstandinê digel nakin. Îdiaya wî çewtekarê rêjîmê li halekê de ye ku spaha pasdaran a terorîst bi êrîşkirin bo ser gemiyên ticarî li tengava Hormozê de ev lihevkirin binpê kiriye.

Rêjîma Îranê bo vekirina tengava Hormozê şertên xwe yên nû aşkera kirine, wek: Rakirina dorpêçe deryayî li ser Îranê, Dana xisara şer, Azadkirina dirafê bilokekirî, Dûrkeftina hêzên Amerîka ji Îranê, û êrîşnekirina yêkcarî bo ser Îranê.

Ev mercên rêjîmê ji ziman Mihemed Baqir Zulqedir ve hatine ragîhandin, ku heman mercên rawestandina şer bûn ku îro wek merc bo vekirina tengava Hormozê carekî din xistine rojevê û pêşya Amerîka.