Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîm gef li welatên endamên peymana Mekkeyê xwar

11:21 - 10 Tebax 2026

Di berdewamiya berteknîşandan berpirsên rejîmê li ser peymana Parastinê ya li Mekkeyê di navbera Turkiye, Erebistan û Pakistanê de, rojnameya Keyhan gef li vê hevpeymaniyê xwar û nivîsand: «Her hereketek li dijî Bereya Muqawimet bê kirin, dê bi bersiveke tund a Komara Îslamî re rû bi rû bibe.»

Roja 19ê Gelawêjê, rojnameya Keyhan, ku di bin çavedêriya Nûnerê Rêberê Rejîma Komara Îslamî de tê weşandin, di berteknîşandan bi vê hevpeymaniyê nivîsand: «Heke ev peyman bibe hêcetek ji bo serkêşiya li dijî Ensarullaha Yemenê an gefxwarina li berjewendiyên Bereya Muqawimet, bersiva Komara Îslamî ne di daxuyaniyeke dîplomatîk de, belkû di meydanê de dê bê dayîn.»

Rojnameya Keyhan di nivîsek tund û bi gef de nivîsand: «Komara Îslamî her dem hişdar daye cîranên xwe ku ji ezmûnên tal yên heyamên derbasbûyî dersê bigirin û ewlehiya xwe bi lîstikên xapînok û hevpeymaniyên vala, ku aliyê sereke yê wan Amerîka ye, girê nede.»

Herwisa Îbrahîm Rizayî, Endamê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî li Meclîsa rejîmê de, bi awayekî nerasterast gef li Erebistanê xwar.

Erebistana Siûdî, Pakistan û Turkiye roja Înê, 16ê Gelawêjê, li Mekkeyê peymanek hevpar a parastinê wajo kirin. Li gorî vê hevpeymaniyê, êrîşa çekdarî li ser yek ji van sê welatan dê wekî êrîş li ser her sê welatan bê hesibandin.