Mayk Waltz, Balyozê Amerîka li rêkxistina Netewên Yekgirtî de, li hevpeyvîn digel “Fox News”ê de got: “rêjîma Îranê ti giringiyekê nade bi xelkê û eva ku rêjîma îranê bo xwe bi giring dizane, bi tenê diraf e daku bikare kontrola xwe bo ser îranê biparêze.
Balyozê Amerîka li Netewên Yekgirtî de, tevî îşarekirin bi rawestana Donald Tiramp, serkomarê Amerîka li hember rêjîma Îranê got: “Niha dibe ku cîhan pişka xwe cî bi cî bike, dorpêçan bi rê ve bibe, digel bank û şirketên sexte ku bo mana vê rêjîmê alîkariya vê dikin, li hember de bisekinin û rêyên hestiyar bo dabînkirina malî ya rêjîmê qut bikin.
Axaftina Mayk Waltz li halekê de ye ku rêjîma Îranê nêzî 5 dehikan e xelkê Îranê li kirîzên aborî, ewlehî, jîngehî û dehan kirîzên din de ragirtiye û roj bi roj, ev kirîz dijwartir û kawilkertir dibin û li dema nerizayeteiya xelkê de bi çekên sivik û giran, wan komkuj dike û li jêr îşkenceyan de ji nav dibe.