Li gorî amarên Tîrmehê ya sala 1405an, asta hejarî û belengaziyê li Îranê gihîştiye %96an. Ev yek nîşan dide ku zextên aborî û tewerom li piraniya herêman zêde bûne. Hejmara parêzgehên ku asta hejariya wan ji %100î derbas bûye, ji 13an gihîştiye 19 parêzgehan.
Parêzgeha Îlamê li Rojhilatê Kurdistanê bi rêjeya %120.6 di rêza yekem de cih girt û bû parêzgeha ku herî zêde rastî zexta aborî hatiye. Piştî Îlamê, parêzgeha Lorestanê %118.9, parêzgeha Sinê li Rojhilatê %117, Kirmaşan li Rojhilatê %116, û li asta Îranê de jî parêzgeha Hormozgan %115.9 di rêzên jor de tên.
Li aliyê din, parêzgeha Sêmnanê bi zêdebûna 14.9 pûanan, di Tîrmehê de guherîna herî mezin a neyînî û hejariyê nîşan da. Parêzgeha Tehranê jî bi %83.5an di binê dabeşkirinê de ye û rêjeya wê ya belengaziyê ji ya yên din kêmtir e.
Sedema sereke ya vê bilindbûnê teweroma bilind e ku bandoreke rasterast li ser jiyana welatiyan dike, di heman demê de bêkarî jî sedema encamên neyînî û hejariya li Îranê de ye.