Mucteba Babaxanî, welatiyekî Kurd xelkê bajarê Mêhranê li parêzgeha Îlamê û yêk ji xwepêşandanên meha Befranbarê, di dema dorpêçkirin û êrîşa çekdarî ya hêzên çekdare rêjîmê bo ser cihê mana wî û birayê wî de, canê xwe ji dest da. Li gorî raporan, piştî pevçonê û bo evê ku bi saxî nekeve dest hêzên rêjîmê, bi teqandina narincekê dawî bi jiyana xwe anî û du endamên hêzên rejîmê jî birîndar bûne.
Gorî rapora Hengawê, roja 18ê Xermananê, hêzên rejîmê êrîş kirine ser cihê Mucteba Babaxanî û Şuca Babaxanî. Ev du bira yên Kurd xelkê bajarê Mêhranê, piştî xwepêşandanên meha Befranbarê, bi awayekî veşartî dijiyan. Di encama vê êrîşê de pevçûnek çekdarî qewimîye, di dema êrîşê de Şuja Babaxanî karîbû ji mala ku li bajaroka Îslamiye ser bi Mêhranê hatibû dorpêçkirin bireve, lê Mucteba Babaxanî hat girtin.
Li gorî vê raporê Mucteba Babaxanî di dema girtina xwe de narincekek teqandiye. Di encama teqînê de wî di cihê de canê xwe ji dest daye.
Hatiye belavkirin ku Mucteba Babaxanî û birayê wî Şuja Babaxanî, ji xwepêşanderên meha Befranbarê bûn, û ji aliyê hêzên ewlehiyê ve di bin çavedêriyê de bûn, lewma her du bira neçar bûn ku bi awayekî veşartî bijîn.