Îdareya Zanyariyên Wize ya Amerîkayê bi belavkirina raporeke nû li derheq rewşa cîhanî ya bazara neftê ragihandiye rêjîma Îranê li meha derbasbûyî de bi berhevdanîn digel heyva pêştir, rojane 800 hezar bermîl berhemanîna neftê kêm kiriye.
Pêka vê raporê ji destpêka şer ve, berhemanîna nefta Îranê ser hev heta 2.4 bermîlan daketiye û bi berhevdanîn digel berî şer, milyonek bermîl daketiye.
Piştî ragihandina lihevkirina Amerîka û Îranê, vê rêjîmê berhemanîna neftê zêde kiribû lê bi destpêkirina dorpêçan berhemanîn heta asteke zêde daket.
Pêka rapora “Kiplêr”, rêjîma Îranê li meha derbasbûyî de rojane 260 hezar bermîl neft bo gemiyên neftkêş vediguhast, lê bi sedema dorpêçan nekariye ji hêla dorpêçan derbas bibe û bifroşe.
Pêka gotina berpirsên Amerîkayê rêjîma Îranê bi 30 milyon bermîl nefta Îranê li gemiyên neftkêş de li avên nêzî Sîngapûr û Çînê de maye û hêj nehatiye firotin.