Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dorpêçên Ewropayê, taya banka sipeh a rêjîma Îranê li Alman, îflasê kir

15:31 - 10 Îlon 2026

Taya banka sipeh a rêjîma Îranê li Alman ku yek ji mezintirîn bankên rêjîma Îranê ye, îflas bû, vê bankê bi salan pêywendî bi damezraveyên serbazî yên rêjîma Îranê ve hebûye.

Pêka rapora Reutersê, damezraveya Federal a Çavdîriya Malî ya Alman ragihandiye ku taya Firankfort a banka sipeh a rêjîma Îranê, piştî dorpêçên Yekîtiya Ewropayê û qutbûna destpêregihîştin bi sîstema malî ya Ewroparê, êdî nikare dirafê vergirtî ji xelkê, bide wan.

Dadgeha Firankfort a Alman li roja Pêncşemî 10ê Îlonê, birêveberek bo îdarekirina proseya îflaskirina vê taya bankê diyarî kiriye.

Tevaviya darayî ya taya Firankfort a banka sipe, derdora 50 milyon Euro ye û bi tenê 11 kesan diraf daniye vê bankê de. Berpirsê Çavdêriya Malî ya Alman ragihandiye, îflaskirina vê taya banka sipeh, ti metirsiyek bo ser cihgîriya sîstema malî ya Alman nîne.

Îflaskirina taya girîngtirîn banka rêjîma Îranê, li Ewropayê, yek ji xuyatirîn paşhatên dorpêçên bo ser tora malî ya rêjîma Îranê li Ewropayê de tê hisêb.