Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Destpêka demsala xwendinê kevtiye jêr sîbera bilindbûna nirxa

15:35 - 10 Îlon 2026

Li devedevê destpêkirina demsala xwendinê li Îranê, zêdebûna %300 a nirxa kaxezê û bilindbûna %200 a nirxa hewcehiyên dibistanê, xercê amadekirina xwendekaran bo demsala nû ya xwendinê bi awayekî berçav zêde kiriye.

Mehdî Kelantarî, berpirsê sendîkaya hwcehiyên nivîsandinê a Îranê, bi nûçegihaniya "Didaban Iran" ragihandiye ku nirxa kaxezê pêka sala derbasbûyî %300 zêde bûye, û ev yek rasterast bûye sedema zêdebûna xercê defter û berhemên kaxezî.

pêka gotina navbirî nirxa kelûpelên din jî bi herî kêm %50 û hinek ji wan jî zêdetirî %200 bilind bûye.

Tevî ku %60ê bazarê ji aliyê berhemhênerên navxweyî ve tê dabînkirin, ji ber bilindbûna xercê hawirdekirinê ji welatên wekî Çîn, Maleziya û Endonezyayê, nirx gihîştine asteke gelek bilind.

Daketina şiyana kirîn a malbatan û nediyariya rewşa birêveçûna dersan, bûne sedem ku malbat kirîna pêdiviyan paşve bixin.

Herwisa vê rewşê berhemhênerên çente, pêlav û kincên dibistanê jî xistine nava rewşeke nediyar û di bazara demsalî de bûye sedema hêdîbûneke kûr.