Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di salvegera Şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî" de daxuyaniyeke hevpar hat belavkirin

09:44 - 12 Îlon 2026

Di devedevê salvegera Şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî" de, 9 sazî û rêxistinên cuda yên pîşeyî yên Îranê daxuyaniyeke hevpar belav kirin û tekezî li ser berdewamiya vê tevgerê kirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kuştina Jîna Emînî bû sedema peşqelê agirê ku li dijî zêdetirî çar dehik zilm, cûdakariya zayendî û gendeliyê. Herwisa hat diyar kirin ku tekoşîn û piştevaniya bêhempa ya gel a di sala 1401an de, wekî yekemîn şoreşa jinan di dîroka hevdem a Îranê de hatiye tomar kirin.

Wan 9 rêxistinan diyar kir ku tevî ku rejîmê bi rêya kuştin û girtina bi hezaran xwepêşanderan givaş û tepeseriya bi xwîn bikar anî, Şoreşa Jîna nîşan da ku li dijî rejîma herî dîktator serkeftin bi dest xist û kela dîktatoriyê xise lerzînê û heya ser lêva kendalê herifînê palda. Daxuyaniyê bal kişand ser wê yêkê ku siyaseta şerxwazî û cezayên aborî yên Rejîma Îslamî nebûne sedem ku civak serî bitewîne û bê deng bimîne.

Di dawiyê de, saziyên wajokerên daxuyaniyê bang li hemû çalakvan, rêxistin û mirovên azadîxwaz kirin ku salvegera Şoreşa Jîna bi coş pîroz bikin û bîranîna şehîdên rêya azadiyê bilind ragirin.