Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîm hêz û amûrên giran ên şer vediguheze bo bajarên Kurdistanê

13:07 - 1 Îlon 2026

Pêka rapor û wêneyên ku bo Navenda Ragihandina PDKÎ hatine şandin, nîşan didin ku veguhastina hêzên leşkerî yên rejîma Îranê ber bi bajarê Banê û deverên sînorî ve bi awayekî berçav zêde bûne.

Rêjîm hêz û cebilxaneyekî zêde ji Qezwîn, Tehranê û Urmiyê ve ber bi herêmên sînorî ve veguhastine. Di heman demê de, bas ji cîbicîhkirina berfireh a hêzên bejayî li ser sînorên Kurdistanê jî hatiye kirin. Çavkaniyên agehdar bas ji bicihkirina nêzîkî pênc hezar hêzên bejayî li van herêman de dikin; amarek ku hêj nehatiye piştrastkirin.

Ya ku zêdetir bûye sedema nîgeraniya xelkê Kurdistanê, veguhastina çek û cebilxaneya giran a  leşkerî ye. Li gorî çavkaniyên agehdar, topxane, diron û amûrên ku di şerê bejayî de tên bikaranîn, ber bi herêmên sînorî ve hatine veguhastin.

Li herêmên sînorî yên derdora bajarê Banê, li nêzî Kîwero û devera Seyranbendê de jî bas ji amadebûn û anîna hêzek berfireh a leşkerî hatiye kirin.

Çavkaniyên agehdar herwisa bas ji berdewamiya hatinçûna maşînên leşkerî û kamyonên leşkerî jî dikin.

Veguhastina wan hêzane di demekê deye ku berê jî zaniyarî û rapor li derheq veguhastina çek û çolên leşkerî ji Miyandavê ve bo Bokanê jî hatibûn belavkirin.

Zêdebûna amadebûna leşkerî ya Komara Îslamî li herêmên Kurdistanê di şert û mercên ku welatiyên herêmê hîn jî di bin givaşên aborî û ewlehiyê de ne, bûye sedema nîgeraniyan wan.