Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li devedevê 26ê Xermananê, çalakiyên berfireh ên teblîxî têne lidarxistin

09:55 - 12 Îlon 2026

Endam û alîgirên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê û ciwanên şoreşvan ên Rojhilatê Kurdistanê li devedevê salvegera terorkirina şehîd “Dr. Şerefkendî” Sikirtêrê Giştî ê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê û hevalên wî ji aliyê terorîstên rêjîma îslamiya Îranê li bajarê Bêrlîna paytextê Alman, yad, nav û rêbaza wî û hevalên wî bi bilind radigrin û bi lidarxistina çalakiyên teblîxî, peymanê digel rêbaza wan Şehîdên Kurdistanê nû dikin.

Endamên têkoşer û bivêr ên Hizba Dêmokrat li gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê de çalakiyên berfireh ên teblîxî dest pê kirine ku beşek ji wan çalakiyan wiha ne:

Li bajarê Pîranşarê û praniya nawçe û gundên derdor, Li bajarê Seqizê bi taybet li gundê “Ayçî, û goristana Ayçî”, li bajarên Mihabad û Bokanê de li çendîn dever û gundên ser bi wan bajaran de, bi giştî li piraniya bajar û nawçeyên Rojhilatê Kurdistanê de, çalakiyên berfireh ên teblîxî bi rê ve çon.