Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mezintirîn binkên Îranê li derveyê Îranê li bilindahiyên Elî El-Tahîr ji nav çone

10:32 - 12 Îlon 2026

Li berdewamiya êrîşên Îsraîlê bo ser taqim û davdestkên rejîma Komara Îslamî li deverê, Binyamîn Netenyahu Serokwezîrê Îsraîlê ragehand ( Mezintirîn binkên Komara Îslamiya Îranê li derveyê Îranê) wate tonêlên Elî El-Tahîr li Lubnanê hatne ji nav birin.

Binyamîn Netenyahu bi belavkirina vîdyoyekê li tora civakiya (X) de tevî behsikirin li jinavbirina wê tonêlê, nivîsiye li cehda xilaskirina erkên xwe de ne.

Netenyaho herwisa li daxûyaniyekî hevbeş de ligel Îsraîl Katis, Wezîrê Berevaniya Îsraîlê, wêrankirina tonêlên Elî El-Tahîr, bi (Jêrxanek teroristî a Sitratejîk) binav kir û ragehand ku ev damezrave li heyama du dehikan de bi budce û pilandanana rêjîma Îranê hatiye çêkirin.

Serokwezîrê Îsraîlê îşare bi vê yekî jî kiriye ku wêrankirina wê damezravê, destbiserdegirtin û kontirolkirina bi ser zincîre çiyayên Elî El-Tahîr, çi li rûyê bejayî û çi li rûyê jêrzewî ve tewaw bike.

Nûçegihaniyên Fermî ên Lubnanê jî dengê teqînên mezin û vîdeoyên wan teqînan li çiyayên Elî El-Tahîr li Başûrê Lubnanê piştrast dikin.

Berê jî arteşa Îsraîlê ragehandibû ku zincîre tonêlên Hizbûlaha Lubnanê li bilindahiyên Elî El-Tahîrê de bi bikaranîna pitir ji hizar û 100 ton madden teqînê wêran kirine.

Eva jî di demekê de ye ku rejîma Komara Îslamî nêzî bi 5 dehikan tenê li pêxema mana xwe de hemû têçûyeke Hizbûlahê ji serweta xelkê Îranê kêşaye ustê xwe.