Li bajarê Hamborg a Alman yek li fezayên kesk ên Devera (Vînterhûde) li hember kunsûlxaneya rejîma Komara Îslamî bi navê Parka Jîna Emînî) hate navdêrkirin.
Tabloyên wê parkê li dawiya heftiya derbasbûyî de hatine hildan û bazina kesk a navbera şeqamên (Hotvallker) û (Mînkiwêze) îro pê de navê Jîna Emînî, keça Kurd a xelka bajarê Seqizê ji xwe digre.
Ev biryar bi pêşniyara dezgehên siyasî ên Devera (Hamborg-Nord) û bi pesendkirina Komîsyona sênaya Hamborgê bo binav kirina şeqam û fezayên giştî hatiye dan.
Hêjayê gotinê ye li cihê parkê û li hember kunsûlxaneya berê a Komara Îslamî de, li sala 2023an de, yadgariyek bi navê (Baxçeya Jîna) hate danan û li meha Gulana 2026an de jî yadgariyek bironz li wî cihî her bi navê Jîna yê ve perde li ser hate hildan.
Jîna Emînî, 22 sal û xelka Seqizê, li Xermanana 1401an de piştî girtina wê ji aliyê geşta îrşad a rejîmê li Tehranê de canê xwe ji dest da, mirina Jînayê pêlek berfireh a nerizatiyan li Kurdistan û bajarên din ên Îranê rû da û şoreşa ( Jin, Jiyan, Azadî) jê keft.
Niha navê Jîna Emînî li ser yek ji fezayên bajarê Hamborgê hatiye tomar kirin.