Malpera (Axsyosê)ê belav kiriye ku Mihemed Bin Selman, Şehzadeyê Cênişîn ê Erebistanê li du peywendiyên Telefonî de daxwaz ji Donald Tiramp, Serokomarê Amerîka kiriye ku êrîşa rastewxwe bike ser Husiyên Yemenê, lê Tiramp daxwaza wî red kiriye.
Li gorî gotina berpirsên Amerîkî, Waşingtin li niha de naxwaze bereyek nû a şer li Yemenê veke, Tiramp rênivînî daye ku hêzên Amerîka tenê fokûs bixne ser şerê digel Komara Îslamiya Îranê û parastina Tengava Hormozê.
Li heman demê de, kanala CNNê aşkere kir ku pitir ji 100 rawêjkarên serbazî ên Amerîka li Erebistanê hevkariya hewalgîrî û biamancgirtinê pêşkeş bi Riyazzê dikin.
Ew daxwaza Bin Selman piştî vê hat ku Husiyan êrîşên xwe bo ser damezravên neftî berfirehtir kirin û bajarê Benderî (Mexa)yê kontirol kirine û ber bi tengava Babûlmendeb pêşrewî kirine, ew êrîşane ku heya niha bûne sedema kuştî û birîndarbûna dehan kesan li başûrê Erebistanê.