Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cinayeta Hovane li Hesekê, Çeteyan xortekî Kurd revandin û serjê kirin

14:35 - 12 Îlon 2026

Çend rojan berî niha li Hesekê şervanê Kurd ê 26 salî bi nave Samî Şêxmûs Hiso naskirî bi (Sîpan Hesekê) ji aliyê komeke çekdar a ji Dêrezorê ve ji mala xwe hat revandin û bi awayekî hovane hate kuştin. Sîpan berê di nav HSDê de li dijî DAIŞê şer kiribû û du birayên wî jî di wî şerî de şehîd ketibûn. Piştî lihevkirinê, ew wek leşkerê Lîwaya Hisîçayê dixebitî.

Ev tawana hovane bû sedema hêrs û aloziyeke mezin di nav gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê de. Malbat û gel pirsîn: “Ma ka Asayîş û qanûn?” Xelkê herêmê wek bertek daketin ser şeqaman û daxwaza dadperweriyê kirin.

Lê belê, ev bûyer piştî lihevkirina bi rêberiya hikûmeta Ehmed Şerie û Mezlûm Ebdî de hate meşandin qewimî, paşmayên DAIşê û çeteyên dijî gelê Kurd li Sûriyê niha bi neman û hilweşandina desthilat û îdareya xwebirêveber û hêza HSDê bi derfet dizanin ku tolê ji gelê me yê blindest û bê maf hildin. Piştî ku wan piştî 14 salan dest biser ax û îdareya Kurdistanê girtin, gelê Kurd niha bê parastin ma û rastî êrîşên komên çekdar û eşîran hat.

Tevî ku Parêzgarê Hesekê daxwaza aramiyê kir û xwest ku rê li ber şer û aloziyan bê girtin, lê helwesta desthilatê gelekî lawaz e, Kurd bi hêrs bertekan nîşan dide.