Pêka rapora Halveşê, li sibêdeha roja Şemî 12ê Îlonê, li devereke ser bi bajarê Serawanê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, li navbera kesên nenaskirî û hêzên dijîgelî ye rêjîma Îranê şer û pevçoneke giran qewimiye û dengê gulleyan û çendîn teqînan hatine bihîstin.
Nûçegihaniyên ser bi rêjîmê ev kesên nenaskirî bi dijberên rêjîmê binav kirine.
Pêka rapora Halveşê, xaniyek li wî bajarê de bûye armanca Sedan gulle û Arpîciyan û xisareke zêde lêketiye û hêzên rêjîmê şeqamên nêzî cihê şer daxistine û dengê teqînên mezin jî hatine bihîstin.
Pêka raporan, li devera Pexşan a bajarê Serawanê, piştî 6 demjimêran şer bo aliyê derdora Mizgevta Camê`i ya medenî ve berfireh bûye û hejmareke zêde kuştî û birîndarên rêjîmê hene û hêzên ewlehiyên rêjîmê kincên Belûçî li xwe kirine û li şer de beşdarî dikin.